NAVENDA NÛÇEYAN
Em gihaştine saleke nûtir ya komploya navneteweyî ku di 9ê Cotmeha sala 1998an de ketibû rêxistinê û di 15ê Sibata 1999an debi dîlgirgitina Rêber APO bi dawî bibû. Lê belê aliyên cuda yên pêşbazîkirina îsal ji salên berî xwe hebû. Têkoşînên Grevên Birçîmayînê yên Bêdawî ku di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kiribû û bi beşdarbûna bi sedan kesan berî li Kurdistanê û zîndanên Tirkiyê û îro hema bêje li hemû cîhanê belav bûne di nav van cudahiyan de cih digre.
Her wekî di her salvegerê de dibe, gelê Kurdistanê û dostên xwe li her çar perçeyên Kurdistanê û hemû erdnigariyên ku kurd li serê dijîn di xwepêşandnên li dijî komployê meydanan dagirtin û berteka xwe ya li dijî komployê û pêwendiya xwe ya bi Rêber Apo anîn ziman. Dîsa di vê salvegerê de hemû Hêzên Azadî û Demokrasiyê; bi pirsîyarîkirinên xwe yên bi hêz ji nû ve ketin nav biryardariyekê.
Gelê Kurdistanê, salvegera 15ê Sibata 1999an ku wekî “Roja reş” derbasî dîroka wan bûye bi binhişiya vê rastiyê pêşbazî kir. Bi vê bîrbûnê ku “hîra bûn îxanet e” û bi berpirsiyariyên pir giran hatin ketin salvegera esareta Rêber APO.
Li ser bihîstina komploya navnetweyî gelê Kurdistanê û dostên xwe li erdnigariyên ku dijî rabûbûn ser piya û meydan dagirti bûn. Kesên ku bi şîara “Hun nikarin Roja Me Tarî Bikin” laşên xwe veguherandibûn meşaleyan hebûn. Bi hezaran Kurdistanî û dostên xwe ku bihîsti bûn Rêber APO gihaştiye Romayê bêyi ku pêwîstî bi ti gazîkirinê bibînin çûbûn Romayê meydan zevt kiribûn û her sibe Rêber APO bi gotina “Roj Baş Serokê Min” silav kiribûn.
Di navberê de 20 sal derbas bû. Gelê Kurdistanê wekî 20 sal berê, dîsa îlan kir ku bi Rêber APO re ye û helwesta xwe ya li dijî komploya navneteweyî nîşan da. Di serî de li hemû perçeyên Kurdistanê û li her çar aliyê cîhanê bi dostên xwe re derket kûçeyan û komploya navneteweyî protesto kir. Kurdistanî û dostên xwe ku hejmara wan bi hezaran tê îfadekirin herikîn Romayê û meydan dagirtin. Bi vêya jî sînordar nema; Têkoşerên Grevên Birçîmayînên Bêdawî, ji bo şikandina “tecrîda mutleq” ya li ser Rêber APO bûn temsîliyeta û xwedî pirsyariya kesên ku bi şîara “Hun Nikarin Roja Me Tarî Bikin” laşên xwe veguherandi bûn meşaleyan yên di roja me de.
Bi vî awayî gelê Kurdistanê bîst salên komploya navneteweyî li pey xwe dihêle wekî di cara ewil de hat pêkanîn, îro jî nîşan da ku bi “Can” û “Xwîn” a xwe bi Rêberê xwe re ye.
Bi ketina salvegereke nû ya komploya 15ê Sibatê re; rastiya ku li Rojava/Bakûrrojhilatê Sûriyê hew maye çeteyên DAÎŞê werin belavkirin bersiveke dîtir e ku ji bo hêzên navneteweyî ku komplo pê anîne. Lewra hêzên navneteweyî bi dûrxistina Rêber APO ji ser vê axê komploya xwe tetbîq kiribûn. Lê belê aniha ev hemleya ku bi şoreşgerî hatiye kirin her çiqas hîna Rêber APO ji esaretê xelas nekiribe jî, ev ax kiriye ku fikrên Rêber APO yên azad li ser wê dibişkivin…
Êrîşên fizîkî, çandî û mêtingehî yên li ser gelê Kurdistanê niha jî berdewam dikin. Tê xwestin ku bidestxistinên ku gelê Kurdistanê dayina bedêlên pir mezin bi dest xistiye werine tunekirin. Hêzên ku di komploya navnetweyî de bibûn xwedî rol alikariya xwe ji kirina şer û sûcên mirovihiyê li dijî gelê Kurdistanê ku dewleta TC ya faşîst pêşengiya wan dike re didomîne. Yên ku heta îro hatine kirin nîşan didin ku têkoşîn û bidestxistinê heta niha kestine dest ne bes in. Em hîn dibin ku ya esil pêwîst e were kirin têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ye.
Bersiva herî bi wate ku li dijî komploya navneteweyî ku em dê têkevin sala wê ya 21. Ew e ku em pêwîstiyên vêya pêk bînin. Şikandina “Tecrîda Mutleq” ya li ser Rêber APO û gihaştina wî ya bi mercên çalak û azad jiyîn jî dê tenê têkojîna ku di ber azadiya Kurdistanê de were meşandin pêkan bibe. Ji bilî vana tu rêyeke dîtir ya çareseriyê tune ye. Ji ber vê yekê ye ku wekî çawa ku ji hev cihê fikirîna vana ne pêkan e, bijarteyeke dîtir jî tune ye. Di asta ku em tê de ne de tişta ku pêwîst e were kirin; Vana bi hev re girtin dest, ala têkoşînê li bilindtirîn pêlandin e. Li hemû erdnigariyên ku tê de tê jiyîn bi vê binhişiyê tevgerîn e.
Di salvegera esareta Rêber APO ku “Hîra Bûn Îxanet e” dê bibe bersiveke herî bi wate. Di salvegara 15ê Sibatê de hêvîya Leyla Guven, Nasir Yagiz, Girtiyên di Zîndanan de, li Strasbourgê; Gulîstan Çiya Ike, Deniz Rojbîn, Nurgul Başaran, Dilek Ocalan, Mustafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nimet Sevim, Muhammet Ghaderi, Deniz Surgut, Ayvaz Ece, Kadro Bokani, Kerem Solhan, Agit Ural, Ekrem Yapici û Ramazan Imir û dîsa li navendên niştecihî yên cuda; Imam Şiş, Yusuf Iba, Mele Mustafa Tuzak, Huseyin Yildiz, Hasbi Çakici, Şiyar Xelil, Fadile Tok, Mustafa Tuzun û têkoşerên ku her roj li Greva Birçîmayinê ya Bêdawî beşdar dibin, yên ku di serî de li Romayê û her çar aliyê cîhanê meydanan dadigrin, gelên Rojava/Bakûrrojhilatê Sûriyê yên mêrxas ku DAIŞê têk dibin ji vê wêdetir ne tiştekî dîtir e.
Selahaddîn Erdem
Ji Yenî Ozgur Polîtika hatiye wergarandin