Li gorî çavkaniyan heremî saet ji 20:45‘an ve şer di navbera çeteyên “Mertala Firatê” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker û Meclisa Leşkerî ya Babê de rû dide.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyan heremî saet ji 20:45‘an ve şer di navbera çeteyên “Mertala Firatê” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker û Meclisa Leşkerî ya Babê de rû dide.
Şer li gundê Qertwêran ê rojavayê Minbicê û rojhilatê bajarê Babê derket.
Çavkaniyan diyar kirin ku, çeteyên “Mertala Firatê” bi çekên giran êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê kirin. Li ser vê yekê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê bersîva êrîşan da.
Şer heta niha dewam dike.