NAVENDA NÛÇEYAN
Rotînda Engîn
Di sedsala 21. de bi pêşketina fizîka quantumê ve têkiliya daring-vejen zêdetir hat fêmkirin.Hat dîtin ku bingeha daring jî vejen e, vejen bi dualiya pêl û piçik tevdigere. Tê zanîn vejen bi teşeyê piçik ve xwe digîhîne laşê û daring pêk tîne.Tevgera vejenê ya ku bi teşeya pêl jî herkoyî, zindî û her û her bi haleki çêbûnî ,ji bo xwe watedar bike û biafrîne dixebite.Dema vejen dibe laş ango dibe daring hertim bi halê çêbûnî tevdigere, di bingeha guherîn û veguherînê de dixwaze were sêwirandin û fêmkirin.
Dîsa vejen bi quantîmîk tevdigere dixwaze ku nav dibetî de hezar û yek çeşîtdarî bi afrîne bibe cihêreng, bi cihêrengbûnê ve bibe dewlemend û vê dewlemendiyê bêdawî bike.Tê zanîn ku gerdûn wisa dişixule, li gerdûnê, li dinyayê hemû tiştên hebûyî vê şixuliyê bingeh digre. Têkîliya gerdûnîtî û pişkîtî dîsa wek pênasên kirde- tişte, tişteyî(objektîvîzm)-subjektîvîzm, hemû dualî dibe ev dualiyên vejen-daring. Ev rewş tenê ne ya mirova ,ya civakê an dinyaya me ye.Wek me diyarkir ev çêbûnî bingeh li her cihê dinyayê derbasdare.Êdî bêhtir tê fêmkirin ku li gerdûnên hevrast ev wisa ye.
Vejen dema veguherînî duringê dibe ango weke piçik çêdibe, dighêje laşê bi dualiya pêl ango bi hêza wateyê tevdigere.Ya ku rih dide daringê, laşa ku mîqdara vejenê hilgirtiye. Mîna ku; hatiye fêm kirin ku mirov bi saya 18 an 22 gram vejen zindî dimîne, difikire, bi mirina teqez re vejena jiyanê ji beden vediqete û bi vejena gerdûnîtîyê yekpare dibe azadiya teqez dijî.Bi vê wateyê azadiya teqez an rasteqîna teqez bi xwe dixwaze bi vejena gerdûnîtî re yekpare bibe.Mirovê civaknas vê, wekî kêliya mirinê disêwire.Vejen ji laşê vediqete û dighêje vejena gerdûnîtîyê, mirin ev e.Bi mirinê ve vejen vediguhere tiştekî din. Êdî ê ku heye ew bixwe nîne. Dualiya hebûn-tunebûnê jî ji ber vê tê fêmkirin. Ango hebûn bedenbûna vejenê ye.Tunebûn jî vejena ku ji laş, ji girtîngeha xwe filîtî û bi nêzî dalanan vebûyî, di nav dibetî de amadekariya ji nû ve afirandinê an bêbeden li gerdûnê tevgerîn an jî ji ber qulikên reş were daqurtandin û bi nêzî muxlaqiyan rê girtine.Tiştên ku em li gerdûnê dibînin, bi vejenê re di têkiliya çebûnî de ne û bi cureyek zerengiyê ve tevdigerin.
Li gerdûnê, vejenê ku hebûn û tunebûnê pêk tîne, hat zanîn ku bi zerengiya hestiyariyê re tevdigere. Zerengiya hestiyarî, zerengiyek ji hemû zindiyan re resen e û xwe dispêre pêhesiyan û hîsan. Lêbelê heke li mirovan zerengiya hestiyarî bi zerengiya dahûraniyê re di nava ahengeke de tevbigere, gerdûn xwe di mirovan de bîne ziman. Mirov, gerdûn bixwe ye; vejenê ku li gerdûnê heye û veguherîna daringê ya vejenê pênase dike. Her çiqas di destpêka pêvajoya civakîbûnê de ev pênasekirinan bi zimanê laşê dihat kirinê jî peyvên ku li zimanê mirovan tên ziman hêza têgehan nîşan dide. Yê ku diaxive, bi watedayînê pênase dike, gerdûn bixwe ye. Heke mirov, perçeyê vejenê ya ku ewilî diaxive û difikire be, tê fêhmkirin ku gerdûn di mirovan de tê ziman. Nepenên gerdûnê, em bi tenê vejenê ku veguheriye daring re nikarin fêhm bikin. Heke em bêjin vejen bi tenê daring e, ev şaşiyek mezin bibe. Weke me gotî, aliyê metafîzîk a vejenê jî heye. Yê ku metafîzîk e jî, her û her kêliya çêbûnê dijî. Di metafîzîkê de dem û cih girîng e. Ji dîroka ramanê ya mirovan ve ev pir girîng e. Ji ber ku dîroka ramanê, dîroka dualiya daring û vejenê ye. Ev dualî jî, ji 200 salan zêdetir bûye mijara felsefeyê û feylesofan jî li ser pênasekirina ev dualiyê sekinîn e. Feylesofan têkilî û nakokiyên daring-vejenê, ango bi zimanê felsefeyê metafîzîk-diyalektîk, daring-giyanê ji bo ku fêhm bikin, xebitîne. Lêbelê ji fêhmkirinê zêdetir, dîroka ramanê bûye du beş û di navbera tevgera daring-piçik a vejenê û tevgera pêl-giyanî de nîqaş dest pê kiriye. Şêweya jiyan û ramanê ya civakê, li gor vê pevçûnê teşe girtiye. Daring an jî piçika vejenê ku difikire bi her tiştê re xwe îspat bike, di mijara rêbazê de jî zanîstiyê bi girtina pey xwe ve şaristaniya bûjeniyê hîn zêdetir şêwand. Wate û rastî, hema bûye şaristaniya bûjenî.
Hal ev e ku tiştê ku em ji fizîka Qûantûmê û şêweya ramanê fêhm dikin, wate û rastî li gewdeyekê mehkûmbûnê û daringbûnê napêjirîne û dixwaze vejenê ku herikbar e û her û her di kêliya çêbûnê de ye, bi azadî biherike. Vejen, bi azadiyek teqez û rasteqîniyê re xwe pênase dike. Vejen, ji daring derbasbûnê bixwaze. Vejenê bi tenê ji bo pêdiviyên laşê û şaristaniya bûjenî xerc kirin, xelasbûna azadiyê û rastiyê ye. Bêguman mirov, ji roja ku hebû heya îro, ji bo ku hêza wate û laşê, ango rewşa daringî-vejenî berdewam bikin, li ser ewlehî, xwarin-vexwarin û zêdebûnê sekinîn e.
Bi tevî zerengiya gerdûnî, zerengiya dahûranî ji bo vê derfetên mezin dane lê, zerengiya dahûranî ji ber ku bi xwesteka derbasbûna zerengiya hestiyariyê tevgeriya û xwest serbixwe bibe jirêderketinê derxist holê. Ji ber ku me gotibû, vejena gerdûnê, bi zerengiya hestiyariyê tevdigere. Nê pêkan e ku zerengiya dahûranî ya mirovan ji zerengiya hestiyariyê ya gerdûnê derbas bibe. Zerengiya dahûranî, bi daringîbûnê û şênberbûnê ve xwestiye bibe bersiva vê pêvçûn û dualiyê. Li ser ewlehî, xwarin-vexwarin û zêdebûnê ku mirov weke nebe nabe dibîne, zerengiya dahûraniyê rastiya xwe ava kiriye. Rastiya ku avakirî jî bi çavdêrkirinê ferzê civakê û mirovan kiriye. Lêbelê mirovê/a civakî, bi hêza xwe yê raman û wateyê çêbûna xwe didomîne û bi xwesteka derbasbûna cih û demê tevdigere, dixwaze azad bibe. Ev rêpîvanek gerdûnî ye, şêweya tevgera gerdûn e. Heke mirov jî piçikeke vejenê be, wê çaxê xwezayiye ku wisa tevbigere.
Wê bidome….