Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan 93 roje, Endama Meclîsa Îştar a Mexmurê Fadîle Tok jî bi heman armancê 33 roje li Mexmûrê di greva birçîbûnê de ne.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz, ji 21’ê Mijdara 2018’an ve li Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Nasir di roja 93’yan de bi baweriyek xurt çalakiya xwe didomîne. Li gorî dixtoran rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe, çavên wî kêm dibin, serê wî diêşe, her wiha dilê wî baş naxebite. Lê Yagiz tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî, çalakiya xwe didomîne û banga têkoşînê li hemû kesî dike.
Endama Meclîsa Îştar a Mexmurê Fadîle Tok jî bi heman armancê di 20’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Fadîle Tok ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) daye destêkirin, ev 33 roje berdewam dike. Pirsgirêkên tendûristiyê yên Fadîle Tok jî derketine lê di çalakiya xwe de bi israr e. Li gorî bijîşkan pirsgirêkên Fadîla yên wekî tansiyon, gêjbûn û bêtaqetiyê destpê kirine hene.