Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, 19 û 20’ê Sibatê bombe li herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
NAVENDA NÛÇYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de:
20’ê Sibatê saet navbera 10:30’î û 11:00 balafirên şer bombe li Gundê Fillehan ê herêma Zê û derdora gundê Mislokê yê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê ziyan negihaşt hêzên me.
19’ê Sibatê saet derdora 19:20’î, balafirên şer bombe li qadên Karker û Cîlo ya Biçûk ên herêma Zê barandin.