Li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de kolberek di êrîşa hêzên rejîma Îranê de birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî ajansên herêmî duh hêzên ewlehiyê yên Îranê li herêma Hengezale ya Banê gulebaran kiriye. Di encamê de kolberê bi navê Xerîb Tacî yê temen 28 salî birîndar dibe.
Xerîb Tacî yê ku birîndar bû ji gundê Nenûrî Baneyê û ji ber birîna wî girane rakirin nexweşxane yê.