Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê ji kirinên xwe yên kirêj re berdewam dike.
EFRÎN- Artêşa Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên hovane li Efrînê didomîne. Dewleta Tirk bi polîtikayên xwe dixwaze Efrîn di her milê de biguhirîne û milîtarîzm li Efrînê ferz dike.
Artêşa Tirk a dagirker dibistan û navendên Efrînê vediguherîne baregehên leşkerî û cihên perwerdekirina çeteyan. Li gorî wêne û dîmenan diyar dibe ku artêşa Tirk a dagirker dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdekirina çeteyên bi navê “Polîs û Ewlekariya Giştî”.
Di dîmenan de xuya dike ku dewreyeke leşkerî ku nêzî 300 çete tê de ne û paşê çete derdikevin kolanên Efrînê da ku toreneke leşkerî li dar bixin û dirûşmeyên bi zimanê tirkî berz dikin û ala Tirkiyê radikin.