Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û teqîna Efrînê girt ser xwe û got 25 leşkerên Tirk û çete hatiye kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û diyar kir ku hêzên wan erebeyeke bombebarkirî di nava artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de teqand, dema merasîma leşkerî li dar dixistin.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê didomîne.
Laşên jin û zarokan ku ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk a terorîst parçe bûn, nayê jibîrkirin. Çalakiyên me li dijî vê yekê ne û wekî bersîva ji çete û kesên ku hatin li ser xaka me û qirêj kirin e. Di demeke nêzîk de wê şêniyên resen vegerin ser axa xwe.
Hêzên me di 12‘ê Sibata 2019‘an li navenda bajarê Efrînê, li kolana Vêlat a li nêzî Nexweşxaneya Dêrsim erebeyeke bombebarkirî di nava çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de teqand. Di encamê de 25 hatin kuştin û derdora 36 jî birîndar bûn, di nav de 4 ên îstîxbarata Tirkiyê hebûn.
Wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiyên me yên tolhildanê li dijî çeteên ku Efrînê û herêmên din dagirkirine berdewam in heta EFrînê û tevahî Bakurê Sûriyê ji terora Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bibe.”