Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan, hefteya borî hatibû binçavkirin û paşç hatibû girtin. Karaaslan, îro hat berdan.
AGIRÎ -Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Agiriyê, Yelîz Karaaslan di 15’ê Sibatê de ji ber daxuyaniyeke xwe ya 2014’an hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.
Piştî parêzerên Karaaslanê îtiraz kirin, îro danê êvarî hat berdan.