Hat zanîn ku di hêceta redkirina DMME’yê de wiha hatiye gotin: “Daxwaza pênc serlêdanan li gorî aliyê hiqûqî yê Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê ‘lihevnekirin’ nîşan daye.” Heyeta DMME’yê wiha hêcet nîşan da: “Parastina mîrateyên dîrokî û çandî wek mafê takekes di Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê de cih nagire.” Heyeta DMME’yê biryarê spart xala 35’emîn a peymanê û serlêdanê red kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- DMME’yê serlêdana ji bo parastina dîroka 12 hezar sal a Heskîfê ku dê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne red kir. Çêkirina Bendava Ilisû didome. Ji ber bendavê dê dîroka 12 hezar salî ya Navçeya Heskîfê ya Êlihê di bin avê de bimîne. Bi boneya parastina mîrateya çandî ya Heskîfê Prof. Dr. Zeynep Ahunbay, Prof. Dr. Oluş Arik, Prof. Dr. Metîn Ahunbay, Avukat Murat Cano û Ozcan Yuksek di 22’ê Sibata 2006’an de serî li Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpayê (DMME) dabûn û serlêdan hat redkirin.
Heyeta ji Robert Spano (Îzlanda) Serok, Ledi Bianku (Arnavutî), Işil Karakaş (Tirkiye), Julia Laffranque (Estonya), Valeriu Gritco (Komara Moldova), Jon Fridrik Kjølbro (Danîmarka), Stéphanie Mourou-Vikstrom (Monako) û Stanley Naismith’in (Wezîfedarê Tescîlê) pêk tê biryara spartin Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê (PMME) ragihandin ku “serlêdan nayê qebûlkirin.”
DMME’yê Hinceta redkirinê ‘lihevnekirin’ nîşan da
Hat zanîn ku di hêceta redkirina DMME’yê de wiha hatiye gotin: “Daxwaza pênc serlêdanan li gorî aliyê hiqûqî yê Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê ‘lihevnekirin’ nîşan daye.” Heyeta DMME’yê wiha hêcet nîşan da: “Parastina mîrateyên dîrokî û çandî wek mafê takekes di Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpayê de cih nagire.” Heyeta DMME’yê biryarê spart xala 35’emîn a peymanê û serlêdanê red kir.
Xwestibûn Înşata Bendavê Bê Rawestandin
3 profesor û 2 parêzerên serlêdanê pêk anîbûn xwestibûn li gorî xala 8’emîn a peymanê ya “hurmeta jiyana taybet” gilî kiribûn û daxwaz kiribûn înşata bendavê bê rawestandin.
Di gilîkirinê de hatibû destnîşankirin ku veguhestina mîrateyên çandî yên li Heskîfê dê nekeve bin navê parastinê û dê fêdeya wê li kesî nebe.
Hewldana Jiyandina Heskîfê, di derbarê doza derbarê parastina Heskîfê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hate red kirin daxuyanî da.
Ercan Ayboğa li ser navê hewldanê daxuyanî ya nivîsî kir û got “ Bi vê biryara xemnak ve Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berpirsiyarî ya sekinandina projeya Germavê a ku dibe sedema felaketê mezin yê çand, ekolojîk û civakî di xwe de nedît û nexwest ku Heskîfê û geliyê Dîcleyê rizgar bike”
“Ev warê çand û xwezayê, bêgengeşî di Tirkiye, Rojhilatanavîn û Ewropayê de mîrateya herî girîng e û kijan ramedanê bibêjî giranbihatir e.”
“Pir zelale ku ev biryara dadgehê berpirsiyariyê revandin e.”
“Dikaribû ji bo dozê mîrate yên çandê yê din bibe mînak”
“Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne ger biryarek derbasdar jî bihata girtin, ê gengeşiyê nû vekira û endamên Konseya Ewropayê ji bi gihandina mirate ya çandê di bin bandorê de bihîşta”
“Li gel vê yekê ji bo dewleta Tirk standartên civakî û dorhêlî pêk bîne di bin zorê de bihîşta û ji bo dozê mirateyê çandê yê din bibûya mînak.”
“Pêkan bû ku bi giştî jiyan, çand, mirovahî û pêşerojê re biryarek bi hêvî bihata dayin. Lê di vê mijara girîng de ev fersend hate revandin.
Halbûkî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dikaribû UNESCO ya ku dibêje gihandina takekesek û civakekî mirateya çandê mafên mirovan yê bingehî ye. Û di van salên dawî de peymanên navnetewî ku hatin pejirandin wek bingeh hilda û biryarek erênî bida.”
“Biryarek wiha 13 sal şûnde hate hildan ev jî xalek e rexneyê ye”
“Di dawiya avakirina Bendava Germavê de dayîna vê biryarê îhmalkarî ye an hesabekî zanedar e? Ew belgeyên dehan saziyê Tirkiyê şand e Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelo hate xwendin an na?
“Ji xeynê wê em diyar bikim ku di 20 salê dawî de derbarê Dîcle û Heskîfê hemû doza de me encamê neyînî girt. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dikaribû bi vê fersendê ve hilweşandina mirateya çandê û xwezayê ya li Tirkiyê bida sekinandin û bandorek erênî li hiqûqa Tirkiyê bikira.
“Em vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi xemnak dibînin û bi eşkere rexne dikin û raya giştî re dibêjin emê têkoşînê berdewam bikin.
Jiyana bê çand û xweza re na!”