Girtiyan diyar kirin ku moralê wan gelekî xurt e û gotin, “Moral û daxwaza me ya serketinê gelekî mezin e. Ji xwe ji bilî serketinê em alternatîfeke din nas nakin. Rêbertî digot, ‘Hêvî girîngtir e ji serketinê’. Hem hêviya me hem jî baweriya me gelekî mezin e. Em niha bi kêf û bextewar in ji ber ku ji bo mirovê azad, ji bo paşeroja xwe tiştekî dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, dewam dikin. 4 girtiyên din ên li Girtîgeha Tokatê tevlî vê berxwedanê bûn. Girtiyên bi navê Hasan Salik û Mehmet Emîn Ogûr nameyek şandin û gotin, ji 5’ê Çileya 2019’an û vir ve ew di greva birçîbûnê de ne.
Girtiyan diyar kirin ku moralê wan gelekî xurt e û gotin, “Moral û daxwaza me ya serketinê gelekî mezin e. Ji xwe ji bilî serketinê em alternatîfeke din nas nakin. Rêbertî digot, ‘Hêvî girîngtir e ji serketinê’. Hem hêviya me hem jî baweriya me gelekî mezin e. Em niha bi kêf û bextewar in ji ber ku ji bo mirovê azad, ji bo paşeroja xwe tiştekî dikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ji bo me rêwîtiyeke ku em di nava xwe de dikin. Kûrbûn e, dîtina xwe, rastiya xwe ye, xwegihandina li mirovê azad, kesayeta azad e. Heta niha ji ber di greva birçîbûnê de ne rewşeke mezin a neyînî derneketiye pêşiya me. Me çend kîlo li xwe kêm kiribin jî rewşa me baş e. Bi navê hevalên li girtîgeha Tokatê bi min re ye, silavên xwe ji hevalên li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ne dişînim. Hemûyan yek bi yek hembêz dikim. Heta ku daxwaza Leyla Guven bi cih were anîn, em ê bi biryardariyeke mezin greva xwe ya birçîbûnê bidomînin.”