Hat diyarkirin ku ji girtiyan hunermend Erkan Benlî û Serkan Tan ku dema ji bo danişînê ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê anîn, hatine derbkirin.
MÊRDÎN – Wê roja duşemê, danişîna 6’an a Doza Nisêbînê pêk bê. Hat diyarkirin ku hunermend Erkan Benlî û Sadik Tan ku ji bo danişînê anîne Mêrdînê, duh dema li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine sekinandin, gardiyanan ew derb kirine.
Piştî qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de li Nisêbînê hat îlankirin, ji kesên di 26’ê Gulana 2016’an de ji navçeyê hatin tehliyekirin 53 kes jê hatin girtin. Wê sibê danişîna 6’an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Mêrdînê pêk bê.
Girtiyên di danişîna borî de beşdarbûyîna bi rêya SEGBÎS’ê qebûl nekirin, dê tev li danişîna 6’an bibin. Ji bo vê jî girtî ji girtîgehên Bafra, Osmaniye, Xarpêt, Tokat û Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatin kirin.
Hat diyarkirin ku ji girtiyan hunermend Erkan Benlî û Serkan Tan ku dema ji bo danişînê ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê anîn, hatine derbkirin. Hat ragihandin ku Tan û Belî qederekê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine sekinandin û ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine, hatine derbkirin. Her wiha hat gotin gardiyanan heqaret jî li wan kiriye.