Îro serê sibê ciwanên Gurcîstan’ê xwe gihandin Kobanê. Hatina ciwanan ji Konferansê re ji aliyê delegeyan ve bi dilşadiyek mezin hat pêşwazîkirin.
KOBANÊ- Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di roja sê yemîn de didome. Kelecan û morala ciwanan kêm nabe. Îro serê sibê ciwanên Gurcîstan’ê xwe gihandin Kobanê. Hatina ciwanan ji Konferansê re ji aliyê delegeyan ve bi dilşadiyek mezin hat pêşwazîkirin.
Li ser navê Ciwanên Gûrcî axaftin hate kirin. Di axaftinê xwe de ciwanan got ku: “Em ji berxwedanê Kobanê bandor bûna û beşdarî vê konferansê bûne. Konferans li Kobanê kelaha Berxwedanê de pêk tê . Ev me pir dilşad dike. Em bawerin ji vê konferansê encamên girîng derkeve. Em wek ciwanên Gûrcî konferansê û delegeyan silav dikin. Ji hemû beşdarvanan re serkeftin dixwazin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku gelek ciwan destpêkê Konferansê de hatibûn astengkirin ku beşdarî konferansê bibin.
Ciwanê Gûrcî Aron ku di roja sêyem de beşdarî konferansê bû ji ajansa Nûçe Ciwan re axîvî û wiha got: “Ez ji Gûrcîstanê hatim vê derê. Ji ber ku ev rojan ji bo pêşketinên Rojhilata Navîn ji bo cihanê rojên girîng ên şoreşê ye. Li Ewrûpa, Kafkasya û Gûrcîstanê pergal dixwaze nrxên gel ên şoreşê bide bîrkirin. Ji ber ku çîna burjuva, dixwaze hêviya şoreşê bîrbike. Ji mirovan re berxwedan dan jibîrkirin. Mirovên vir nirxên azadî, wekhevî û piştgiriyê rastî jî baş nasdikin. Ji bo vê jî ez hatim vir. Ez dixwazim çawa nirxan vê derê da ava dikin û diparêze fêm bikim û bi mirovên welatê xwe û derdorê xwe parve bikim. Bi vê re dixwazin şoreşa Gûrcîstan pêk bînin. Em dixwazin vê şoreşê belavê hemû Kafkasya’yê bikin.”