Ji bo çalakiya Ûgûr Şakar ê li bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir, çapemeniya alman hewl dide bi nûçeyên xwe rastiyan berovajî bike û çalakiyê manîpule bike.
ELMANYA- Kurdistaniyê bi navê Ûgûr Şakar, roja 20’ê Sibatê li ber dadgeha li bajarê Krefeld ê Almanyayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir.
Şakar ku rakirin nexweşxaneya li bajarê Dûîsbûrgê, tê gotin ji sedî 67 bedena wî şewitiye. Hema piştî çalakiya Şakar, hin ji organên medyayê yên li eyaleta NRW’ê weşanê dikin, nûçeyên ji bo manîpulekirina çalakiyê weşandin.
Agahiyên şaş ji navendekê tên belavkirin
Şakar yek ji çalakgerên meşa dirêj bû ku çend hefte berê ji bajarê Mannheîmê bi rê ketibûn û gelek caran bûbûn hedefa polîsên alman. Balkêş e ku der barê Şakar de nûçeyên mîna ku ji navendekê hatine nivîsandin, tên weşandin.
Şakar di nameya xwe ya beriya çalakiyê de wiha nivîsandibû: “Ez dixwazim tecrîdkirina Rêber Apo û şîdeta polîsan a dewleta alman a li ser kurdan şermezar bikim.”
Di nûçeyên çapemeniya alman de qet behsa nameya Şakar nayê kirin û ew weke ‘sûcdarekî krîmînel’ tê nîşandan.
Bi taybetî rojnameya Rheînîsche Post ji pêr ve bi weşandina agahiyên şaş hewl dide çalakiya Şakar berovajî bike. Rojnameyê herî dawî di nûçeya xwe ya duh de îdîa kir ku Şakar ê 43 salî dibe ku ‘nexweşê derûnî’ be. Heman îdîa di gelek rojnameyên xwecihî yên li eyaleta NRW’ê jî hatin weşandin.
Di nûçeyan de her wiha hate ragihandin ku polîsan duh li mala Şakar lêgerîn kirine. Rojnameyan diyar kirin ku Şakar meha çileyê ji ber ku tev li xwepêşandaneke bêdestûr a li Dusseldorfê bûye ketiye ber lêpirsînê û ji bo Şakar gotin ‘Kesekî ji aliyê polîsan ve tê naskirin.’