Dewleta Tirk a faşîst êrîşên xwe yên li ser gelê Erdîşê didomîne. Li Erdîşê ku di nava du mehên dawî de 200 kes hatin destgîrkirin û 79 kes hatin girtin, operasyonên qirkirina siyasî didomin. Di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.
WAN- Li Erdîşê ku di nava du mehên dawî de 200 kes hatin destgîrkirin û 79 kes hatin girtin, operasyonên qirkirina siyasî didomin. Di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.
Mahmût Çelebî, Mele Mûzaffer Çagan û Siddik Çîçek ên hatin destgîrkirin birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.