Endamên Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şerda Mahîr Dîcle û Jiyan Koçer ji Nûçe Ciwan re axîvîn.
KOBANÊ- 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi moral û coşek mezin hate dawî kirin. Di konferansa ku li Kobanê pêkhat de ji gelek rêxistinên Kurdistanî jî tevlî bû. Yek ji van rêxistinan Endamên Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şerda Mahîr Dîcle û Jiyan Koçer ji Nûçe Ciwan re axîvîn.
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Jiyan Koçer li ser girîngiya konferansê anî ziman ku: “Îro roja sêyemîn konferansa Ciwanan dawî bû. Ji pir welatan, netewan, ciwanên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Gurcû hatin hatin beşdarî vê konferansê bûn. Em bi vê pir dilşad bûn. Her wiha konferans di meha Sibatê de pêk hat. Meha Sibatê di milê komplo de mehekî girîng ji bo me ye. Di mehek wiha ku ji bo Gelê Kurd rojekî reş e konferansek wiha, bi pêkhateyek wiha li dar xistin di rastiyê de bersivek li dijî komployê bû. Di heman demê de bi vê konferansê fikr û ramanên Rêber Apo di vir de zindî ye. Kêlî kêlî bi kêlî me jiyan dike.”
Jiyan qala mijarên ku hatin nîqaşkirin jî kir û got: “Ji bo kaos û krîzên Rojhilata Navîn wekî rêbaza çareseriyê, wekî alternatifa heyî projeya netewa demokratîk ji aliyê ciwanan ve hate ziman. Yekbûna ciwan û gelên Rojhilata Navîn hete destgirtin. Ji ber ku êdî herkes dizane ku bêyî Ciwanên Rojhilata Navîn, bêyî jinên Rojhilata Navîn pirsgirekên Rojhilata Navîn nayê çareserkirin. Jiber van tiştan ev konferans, evqas netew li ser maseyekî kombûn ji her milê ve pir girîng bû. Disa pêkhatina konferansê li Rojava li bajarê berxedanê Kobanê gelek girîng bû.Ev konferans carekî din tîne bira mirov ku qada berxwedanê, qada serkeftina li dijî DAÎŞ’ê, li dijî faşîzma ku xwestin livir ava bikin anî bîra mirov. Yek ji mijarên herî girîng a ku hate nîqaşkirin ev bû mijara zayendperestî. Wekî ciwan çawa dikarin ji vê pirsgirekê çareseriyek bibînin, vê krîzê derbasbikin, pêşengiya jin were ava kirin li hemberî zihniyeta zilamsalarî em çawa derbas bikin ev konferans girîng bû. Dogmatizm, neqebulkirina hevûdu çawa em dikarin bidin guhertin û wek ciwan ji fikren hevûdu re vekîrî bibin, şoreşa fikrî ava bikin hate nîqaşkirin û pir berfireh hate destgiritin.”
Herî dawî jî Jiyan di derheqa hestên ciwanan de axîvî û got: “Coş û xwesteka ciwanan pir xurt bû. Mirov ji vê bandor jî dibû. Êdî mirov dikare bêje ku gelê Rojhilata Navîn ne gelê bere ye, rastî jî evîna azadiyê ye. Li vir de tiştekî herî girîng a din jî mirov çawa şoreşa Rojava bikin malê tevahî cihanê derket holê. Ji bo vê jî rêxistinbûn, perwerdebûn karê herî esas e. Ev tişt hatin nîqaş kirin em bawerin bi biryara konferansê jî ev derkeve holê.”
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şerda Mahîr Dîcle wiha dest bi axaftinê xwe kir: “Ligel hemû astengiyên PDK û dewletan, Rêxistina Jinên Ciwan ê ku li Rojhilata Navînê ye, li Konferansê hatin cem hev. Li vir hatin cem hev û bi vînên xwe yên azad sozên xwe yên têkoşînê dubare kirin. Li konferansê mijara ku herî zêde hat nîqaşkirin û ya xala yekemîn rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bû; Şerda, di derheqê vê mijarê de got ku; “Ji 3 salan zêdetir tecrîd heye û êdî ne bi tenê Gelê Kurd, gelên hemû Rojhilata Navînê vê rewşê qebûl nakin. Û ji ber vê yekê di konferansê de nîqaşên hatin kirin û bîryarên ku hatine girtin, li ser tecrîdê bû û bîryarên li hemberî tecrîdê têkoşînek topyekûn û li Rojhilata Navîn jî têkoşînek hevpar hatin girtin. Û soza heya ku Rêberê me azad nebe têkoşîn were meşandin û berxwedan were bilindkirin hat dayîn. Di domahiya dîrokê de gelan, bi nîjadperestî û olperestiyê re hatin şikenandin. Ji aliyê jinên ciwan ve jî bandora ol û mezhep çi ye û polîtîkayên pişavtin û xulamxistinê hat nirxandin.”
Her wiha Şerda balkişand li ser tespîtên konferansê wiha berdewam kir: “Tespît hat kirin ku polîtîkayên kevneperestî û ji cewherê qetandin a ol û mezheban, jin heps dike. Bîryara di vê guncanê de têkoşîndayînê hat girtin. Em him wek ciwan him jî wek jinên ciwan tevlî konferansê dibin. Dînamîzma ciwanan, coşa ciwanan, lêgerîna ciwanan bi afineriya jinên ciwan û civakîbûn ve bibe yek, potanseliyek mezin derkeve holê. Li konferansê hat tespîtkirin ku, yên ku faşîzmê û mêtingeriyê hilweşîne û Rojhilata Navîn demokratîk bike jinên ciwan e. Ji bo ku li Rojhilata Navîn Tevgera Jinên Ciwan were avakirin nîqaş hatin kirin.”
Şerda ya ku li ser mijarên hate nîqaşkirin jî axîvî wiha dawî axaftina xwe anî: “Li ser perwerde, rêxistinbûn û gelek mijaran jî niqaş hatin kirin. Li ser jineolojiyê ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû, semîner hatin kirin. Sedemên mehkûmbûna jinan, hişmendiya desthilatdariyê ku ji hişmendiya zilaman tê û li hemberî vê jî têkoşînek çawa were dayînê di guncana jineolojiyê de hat nîqaşkirin. Li ser mijara cewhera jinan û giyana jinan hat sekinîn. Di vê xalê de jî xebatên me yên perwerde û rêxistinbûnê wê bidomin. Ev projeya Rêbertî bû. Li Rojhilata Navînê komkirina ciwanan û nîqaşkirina ciwanan pêkanîn projeya Rêbertî bû. Ji hemû endamên konferansê ve konferans ji Rêbertiyê re hat diyarîkirin. Hat nirxandin ku pergala Konfederalîzmê ku Rêbertî ji bo Rojhilata Navîn pêş xistibû, wê bibe bersiva hemû pirsgirêkan. Ji aliyê me û hemû endaman ve soza li hemberî faşîzmê têkoşîndayînê û di nava eniya berxwedanê de cihgirtinê hat dayîn.”