NAVENDA NÛÇEYAN
Di pêvajoyên destpêkê yên civakîbûnê de, ewlehî-xweyîbûn û zêdebûn bi hêza pêjnan bi pêş diket. Mirovê ewil bêyî ku aqil û heqîqeta gerdûnê dûr bikeve, her tişt bi zindîtî didît, wate lê bar dikir, xwe wekî parçeyekî ji mekanê ku tê de hîs dikir û bi vê yekê re di nav guncaviyê tevdigeriya. Eynî wekî di guncaviya mirês ya di gava avabûyina cîhan û xwezayê de. Xwenaskirina mirov, zordana sînorên xwe yên hem maddî û hem ramanî di civakîbûnê de pêşxistineke muezzam afirand. Civakê hemû nîmetên ku ji xwezayê bi dest xistibû, bi piroziyeke mezin û hêza wateyê pêşbazî kir, qîmet dayê. Civakîbûnê bi guncaviya di navbera ya maddî û ya pîroz, bihevrebûnê xwe azad hîs kir. Naskirina sînorên azadiyê û xwestina zêdetir pêşxistina vê yekê civakî bû. Lewra mirov civakî difikirî, dijiya, bextewar dibû û jiyana xwe saz dikir.
Civakî fikirîn şertê yekane yê fikirîn û hebûnê bû. Mirov, ji kûrahî ve hîs dikir ku heta nebe civak nikare ewlehiya xwe pêk bîne xwe xweyî bike û zêde bibe û berdewamiya xwe saz bike. Nasnameya mirov bi civakîbûna ve dihat pênasekirin. Lê belê erênaya di gerdûnê de careke din xwe di navbera ferd û civakê de nîşan da. Ferd, berbayê fikra ku eger dikaribe ji civakê bibohire dê azad bibe, civak jî berbayê fikra ku eger dikaribe ferd di nava sînorê xwe de bihêle dê li hebûnê bimîne. Vekişana di navbera ferd û civakê de her ku çû zêdetir bû. Ev vekêşana di navbera ferd û civakê de bi taybetî di serdema modernîteya kapîtalîst de bi awayekî ku di tu serdemên dîroka civakîbûnê de nehatiye dîtin lûtke kir.
Modernîteya kapîtalîst û hemû avayîyên îktîdarê bi derxistina ferd ya li dijî civakê, qiirkirina civakê veguherandin teşeyê jiyanê. Tê zanîn ku serdema modernîteya kapîtalîst, şaristaniya maddî ye, jiyana maddî jî bedenîbûn û sazûmankirina enerjî ye. Di tu serdemên dîrokî yên civakê de mirov û civakê bi qasî di serdema modernîteya kapîtalîst de ber bi qefesa jiyana maddî ve nehatine ajotin. Ferd û civak li ser navê sûdwergirtina nîmetên cîhana maddî bi awayekî şêtane têne bilandin. Civakek ji hêza xwe ya ramanî, wateyî û şîroveyî ketibe, fahmbar e, ew enerjiya ku wê aniye hebûnê ji bo pêwîstiyên bedenî serf bike. Jiyana civakî ku ji çerxa mal, kar, hevjîn, pere pêk tê, adeta şerekî li dijî xwe dide, ev ê vediguherîne pêşbirkekê, dike gurê hev. Rewşa kolebûna mirov î bedena xwe di tu serdemê de bi vî rengî giran nehatiye jiyandin. Endustriyalîzm di pozisyana bingehîn ya vê hêzê de ye ku vê şêtaniyê xweyî dike û ferd û civakê dirizî ne. Azad bûn wekî dabinkirina pêwîstiyên cîhana maddî, pêwistiyên laşî û bi awayekî qismî be jî dabinkirina pêwîstiyên ruhî tê fahmkirin. Her tiştê ku bi çav tê dîtin, bi dest tê girtin û bi guh tê bihîstin wekî heqîqetê tê fahmkirin.
Têgihîna ku heqîqet divê şênber û maddî be, jê wêdetir peyva vala ye, li ser ferd û civakê hatiye ferzkirin. Bi vî awayî civaka ku azadiya xwe winda kiriye, heqîqeta xwe jî winda kiriye. Her tiştê ku em li cîhana xwe dibînin, hîs dikin rast e. Lê em rastiya heqîqetan çiqasî dizanin? Çavê me dibîne, lê belê ew ê wateyê dide bi hezaran wan tiştên ku çavê me dibîne, kî ye? Ew ê ku hestên me pênase dike kî ye? Ew ku hişyariya enerjiya ji bo pêwistiyên bedenî, zêdebûnê, ewlehiyê, me nêzîkî mirinê dike kî ye? Ew ê ku enerjiya jiyanê dixe laş, saziyan, ê ku li dijî koletiyê ye kî ye? Em dikarin pirsên bi vî rengî zêdetir bikin. Heqîqeta mirov di mêjî de ye. Wekî kiu tê zanîn mejî di hundurê tasa serî de di tarîtiyê de ye. Tiştê ku di tarîtiyê de ye, ev mûcîze çawa dibe ku, her tiştê ku bi hesa tê hîskirin nas dike, ronahiyê, azadî tê çi wateyê dizane.
Bi berdewamî hişyarîkirina mêjiyê mirov ji bo dozînan dibe sedem ku enerjiya wî were birîn. Ji ber ku guncaviya erênaya di navbera ruh û bedenê de xera bûye û ji ber ku enerjî zêdetir ji ji pêwîstiyên laş tê serkirinê, mêjî hatiye pozîsyona nefikirînê, watenedayînê. Têgihîna cîhana maddî û pêşbirka wê kiriye ku hêza heqîqeta fikirîn û şîrovekirinê winda bibe. Em bifikirin ku rastiya gerdûnê enerjî ye û ev enerjî di erênaya hebûn-nebûnê de bi azadî wekî sentezekê tevdigere û tê hebûnê de, em dê fahm bikin ku çima aqilê îktidarparêz dewletparêz yê pênc hezar salane enerjiya ferd û civakê bi berdewamî bi berevajîkirinî di windakirina heqîqetê de, di saziyên ku ava kirine de heps dike. Lewra enerjî dixwaze ku azad be wekî pêwîstiya xwezaya xwe bi vî awayî tevdigere. Wekî ku tê zanîn civak ehlaqî û polîtîk e. Asta civakê ya ehlaqî û polîtîkbûnê ferz dike ku enerjiya ku wê aniye hebûnê bizane û xwe nas bike û bi azadî bijî. Bi vê wateya xwe xwestina civakê ya hebûnê xwestina jiyîna azad e. ji ber vê yekê bi berdewamî dixwaze ku xwe vezelokî û di halê çêbûnê de be, eynî wekî gerdûnê. Lê belê wekî rêberdanekê bi pêşketina îktidar û dewletê re ev enerjiya civakê ya herikbar û di halê çêbûnê de ye, dikeve nav destrêjka sêbareya têgeh-bîrdozî-saziyan. Berê destdirêjiya hêza watedayînê ya ferd û civakê tê kirin.Civakeke ku hêza xwe ya wateyî winda kiriye, yanî hêza azad fikirîna xwe winda kiriye ji heqîqetê dûr ketiye. Êdî mirov û civaka ku mirov wê ava kiriye ne perçeyekî gerdûn û xwezayê, gireyeke îktidar û hêzên dewletparêz, objeyekem dê were bikaranînê ye.
Civakeke-ferdekî ku nikare di derheqê xwe de bifikire azadiya xwe winda kiriye. Ji xweda, mîr û hêzên ku îktidarê çêkirine bi bêhêvîtî û naçarî azadiya xwe dixwaze. Koletî û xwesteka azadiya xwe nîşan dide. Civaka ku di destpêkê de taybetiya wê ya ehlaqî û polîtîk bihêz dijiya, bi serdema xweda-mîran koletiyê nas dike. koletiya ku bi hezaran salane kûrtir dibe, daxwaza azadiyê tundtir dike. Dîroka şaristaniyê ji aliyekî ve, dîroka têkoşîna civakê ya li dijî hêzên îktîdar û dewletparêzan e. Şerên mezheb, cins, û çîneyî, eşîrî, qewmî, netewî bi lêgerîna civakê ya azadiyê re têkîldar e. têkoşîna ku civakê ji bo azadiyê daye hîna jî bi temamî nehatî nivîsandin. Tu zanistên pozîtîf bi taybetî bi sosyolojî bi pirsgirêka civakê ya azadiyê re têkîldar nebûye, berovajiyê vê li ser navê îktîdarê bi berevajîkirina heqîqetê re mijûl bûye. Ev Hemû hewildan bi xwesteka tunekirina bîreweriya civak û ferd ya dîrokî ve têkîldar e. bîreweriya ferd û civakê her çiqas were pûçkirinê jî tê dîtin ku serkeftî nebûye. Lewra ferd û civaka ku bi hezaran salane li ser rûyê erdê digere lêgerîna azadiya xwe dike û ji bo vê têkoşînê dide.
Rotînda ENGÎN