“Wek ajansa Nuce Ciwan, Em bi Ciwanê Bi Navê Medenî İlhanê ku bi Pirtûkxaneya Ş.Reşîd Serdar a li Wargeha Penabera Şehîd Rustem Cûdî, re eleqedar dibe û berpirsyartiya wê daye ser milê xwe ji ajansa mere axivi. “
MEXMÛR- “PIRTUKXANE DI SÎSTEMA KAPÎTALÎZMÊ DE ÇAWAN TÊ DEST GIRTIN Û DI SÎSTEMA MEXMURÊ DE ÇAWANE?”
MEDENÎ ÎLHAN: Dema em têde jiyan dikin gelek nazike û pêvajoyek dîrokiye cîhan tê de derbaz dibe. Di vê pêvajoyê de ne tenê gelê Kurd hemû gel û netewên din rû bî rûye li beramberî lêhiya globalîzmê. Ev çanda ku dixwaze hemû nirxên mirovahiyê daqurtîne û jiyanê ji wate û naveroka wê derbixe, bi metod û rêbazên ragihandin û teknolojiyê, mirov dûrî nasnameya wî ya netewî, niştîmanî û mirovahiyê dike. Bi vî awayî mirov û civak dûrî rastiya jiyanê dikeve û girêdayî tiştên xwe yên rojane dibe bi şêweyeke sexte û bi sîstemekî ji nirxên pûç û sivik pêktê. Pîvanên wan zagon û peywendiyên bazarê ne. Ango nirxên kirîn û firotinê ne. Em weke gelê Kurd cihê me li kuderê ye, rol û asta me çiye û çawa em dikarin heyîna xwe biparêzin divê baş bidin nasandin. Pirsgirêkên me çine û rêyên çareseriya wê çine, divê em bibînin û lêkolin bikin, yek ji rêbazên xwe gihandina vê dîrokê, xwe baş naskirine û bi rêya xwendinê xwe gihandina astek wisa gengaze. Ji bo ku şaristaniya gelekê were naskirin, pêwîstî bi naskirina dîroka wan heye. Ji ber ku dîrok; neynika kar, bîr û rastiya civaka wane. Divê weke civaka Kurd em gelek pirtukan bixwînin û ji yên xwe biçûktir re xwendinê weke fêrkirinekê lê bikin, dema mezinbûn bikarin tiştên di dirokê de hatin jiyan kirin, fam bikin û roja iro baş bi rêve bibin. Bi pirtuk xwendinê mirov xwe nas dike, dikeve ferqa xwe.
“TE WEK CIWANEK ÇAWAN VÊ BERPISYARTIYÊ SER XWE GIRT?”
MEDENÎ ÎLHAN:“Di jiyana mirovan de yek jê karê herî girîng xwendina pirtukane. Di jiyanê de tu kes nikare qasî mirov, mirov baş perwerde bike. Yek ji rêbazên xwe perwerde kirinê xwendina pirtukane. Xwendin rêya sereke ya xwe ji cahêltiyê rizgar kirine. Xwe gihandina zanabûnê bi xwendinê çêdibe. Pêwîstiya herkesê bi xwendina pirtukan heye. Yek ji pirsgirêkên sîstema perwerda me ya wargehê ev bû ji derveyî pirtukên waneyan zêde tu pirtukên dîtir nayêne xwendin. Ji bo ev rewş were derbaz kirin weke xwendekarên zaningehê me xwest, em pirtukxaneyek li wargehê bidin çêkirin û di sala 2014’an de me da avakirin.Her çi xwendin û nivisîne ew bi serê xwe tevgereke. Ev tevgere ji bo tevgerkirina mejî û potansiyela mejî karekî serekeye. Hebûna potansiyela mejî bi xwendin û nivisînê derdikeve pêş û ev enerjiya potansiyel dikeve tevgerê û dibe enerjiya kînetîk. Em weke gelê Kurd pir zu xwe ji bîra dikin. Em xeletî û şaşitiyên xwe du car û hetta çend car dikin. Ger ku kêmaniyên ku hene em nebînin û neyînin ser ziman, nenivîsîn û nekin belge, fikrên me dê çawa kûr bibe, çawa kolektîf û bi zanabûn bibe û em dê çawa bikarin xwe li beramberi ewqas dijwariyan biparêzin? Ji bo em bibin xwedi zanabûnên nû, hêj ronitir, kesayetek rewşenbîr, ji bo civakê bibin bersiv, jiyanê bi wate û vala jiyan nekin pirtukan dixwînin. Xwendin mirovan ji fikirandinên xirab dûr dixe. Mirov dikare bi pirtuk xwendinê sudek pir mezin bide kesayeta xwe, bi vê re ji dikare bide malbata xwe û civaka xwe jî. Her kesê ku zanabûna xwe di aliyê rast de bide karanîn, bi navê mirovahiyê karek pir mezin dike. Bi xwendinê civak serkeftî û bi hêz dibe. Ji bo mirov karekê bike yan ji kêmasiyekê di cihekê de bibîne ji çareseriya wan re bersivan bibîne, pêwîstî pê nine girêdayî cihekê be, dikare xwezayî berpirsyartiya xwe pêk bine. Ji bûna vê me dît ku kêmanî di cihê pirtukxanê de çêdibe, ji bo çanda xwendinê di wargehê de winda nebe, li gel çend hevalên xwe berpirsyartî girt ser milê xwe û dem jêre veqetand. Her ku çu asta xwendinê pêşket û bi vê re jî derdora me bi kesên xwenedekar re tijî bûn, di her aliyekê de xwestin alîkarî bikin û di aliyê pirtuk komkirinê de jî xwe berpirsyar dîtin. Niha di astekî pir zêde de xwendevanên seretayî pir çûn û hatina wan ji bûna pirtukxanê heye, bi vê re xebat dayîna meşandin di nava dibistanan de, êdî xwendevanên navîn û amadeyî jî, çûn û hatinek ya wan çêbû, heta her roj du xwendevanên amadeyî tên wir li ber pirtukxanê dimînin, hem alîkariyê didin kesên tên wir, hem jî ji xwe re lêkolînan didin kirin.
“TE BİI XWE ÇAWAN DEST BI NIVÎSÊ KIR?”
MEDENÎ ÎLHAN; Ji dibistana seretayî heta niha car carna ez bi nivîsê re eleqeder dibim. Kesên ku li kêleka min hertim ji min re digotin; “tu xweş dinivîsî,” min xweş dinivîsand yan jî navbera wan û wêjeyê nebû ji bûna wan ji wan re xweş dihat min ev baş nedizanî. Piranî caran digotin dewam bike, dest jê bernede. Evane îltifat bûn yan jî rastî bûn di gelek şêweyan de digotin. Weke kes min ev gotinên he ne red dikir ne jî cesaretek bê dawî jê digirt. Li beramberî van gotinan bi bêdengiyekê min derbaz dikir. Min cesareta xwe ji hîs û pêhesên dilê xwe û mejiyê xwe digirt. Ji bûna min cesareta ji derve girtin hertim weke deyn girtinekê lê dihat ku rojek wê were ezê vî deynî bidim. Di pirtukxanê de min enerjiya xwe ya veşartî, hestên xwe û hîsên xwe dît, evane hemû parçeyek ji min bûn. Gelek tiştên ku were nivîsandin hene. Ji ber weke pêwîstiyekê ez dibînim ez dinivîsîm. Ya ku min dehfî ser nivîsandinê dike û dibe sebep ez dest bi nivîsandinê bikim pêwîstiyên aktûelin, pêwîstiyên civakî ne. Ewqasa em xwedî li başiyên xwe derdikevin, divê em xwedî li kêmaniyên xwe jî derkevin. Ger em li xwe bigerin û xwe nasbikin wêdemê emê gavekê nêzî mirovbûyîna xwe bibin.
Îlhan di dawiya axiftina xwede wiha got: “Divê em xwedî li keda xwe derkevin. Divê mirov xwe bigihîne hêza xwe bi xwe, xwe lêpirsîn bike, kêmaniyên xwe, tevgerên erênî û nerênî, tişta dikî, dixwazî bikî û nikarî bikî de xwe bide ber lêpirsînan. Lê ne weke xwe, ne li gorî zagonên xwe, xwe li gorî zagona kesayeta mirov, tiştên xweşîk yên jiyanê xuliqandin, li gorî rastî û rastiyan xwe bigre dest, wêdemê mirovê bikari bibî mirovek bi her awayî were heskirin û azad bimîne.”
NC/NUDEM TUNÇ/DİLXWAZ YUKSEK