Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ”Pêngava Bijî Serok Apo” da destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ”Pêngava Bijî Serok Apo” da destpêkirin. Hewl tê dayin ku komployê girantir bikin û bidomînin û li dijî vê divê hemû derdor çalakiyên xwe geş bikin û her deverê bikin qada berxwedanê.
Daxuyanî wiha ye:
”Em ciwanên fedaî yên Rêber Apo Pêngava Çalakiya ‘Bijî Serok Apo’ didin destpêkirin. Komploya li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan, di serî de DYE û dewletên Ewropayê, ji hêla hêzên hegemonîk ên global ên modernîteya demokratîk ve tê girankirin, di sala 20’an a komployê de polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan ya ji 1999’an ve didome, pir hatiye girankirin.
Her wiha hate gotin dengê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Rojava berbiçav bûye û ji Rojhilata Navîn heta bi Emerîkaya Latîn, Asya, Efrîka, Ewropayê, li hemû xakan ku civakên berxwedêr li ber xwe didin berbelav bûye û bi coşiyeke mezin bersiva xwe dibîne, ciwan, jin, kedkar û hemû çewisandî ji felsefeya Ocalan hêzê distînin, bi gotina ‘cîhaneke dî pêkan e” diqêrin û li dijî modernîteya kapîtalîst li ber xwe didin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi berdewamî diyar kir hêzên hegemonîk ên global ku vê dibînin, biryara DMME’yê bi bîr xist û diyar kir hêzên hegemonîk ji bo tecrîdê zemîna yasayî çêdikin û polîtîkayên êşkenceyê yên li ser Ocalana dixwazin bînin asta herî zêde.
ELMANYA BÛYE PÊŞENGÊ TIFAQA GENÎ
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi domdarî got, ”Di pêvajoyeke wiha de paralelî tecrîdê dewleta Elman jî bi polîtîkayên qedexekirinê yên li ser Rêber Apo bûye pêşenga vê tifaqa genî. Armanca tecrîd û qedexekariyê pir zelal e; tê xwestin ku deng û ramanên Rêber Apo heps bikin û ji hemû mirovahiyê tecrîd bikin.Em baş dizanin, li Cizîra Botan, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Efrînê û li gelek deverên ku yên ku ramanên Rêber Apo lê jiyanî bûne, di kavilkirina van bajaran de, bi rengekî hovane di kuştina bi hezaran mirovan de ev hêz bi risteke mezin rabûne. Mantiq yek e; tecrîdkirina paradîgmaya Rêber Apo, qedexekirin û qetilkrina yê ku vê pratîze dikin.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger qedexekirina wêne, nav, pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji hêla dewleta Elman ve, her wiha êrîşa li ser Meşya Dirêj a ji Mannheîmê heta bi Strasboûrgê bi bîr xist û got, ”Êdî em ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê li dijî van êrîşan tehemmûla me nemaye. Îro gotina, ”Bijî Serok Apo” xwedîderkirina li rûmet û têkoşîna jiyana azad a gelê Kurdistanê ye. ‘Bijî Serok Apo” li dijî modernîteya kapîtalîst, geşkirina dengê ekolojî, demokrasî û azadiya jinê ye. Bi hezaran şoreşgerên qehreman di hilma xwe ya dawî de gotine, ”Bijî Serok Apo”. Bi vê bingehê, divê ji me ciwanên Kurdistanê neyê hêvîkirin ku em dilsoziya bi Rêbertiya xwe re veşêrin, de ji gotina ‘Bijî Serok Apo’ biqerin û bibin Kurdên sertewîn, bêvîn ku hêzên mêtinger û emperyalîst dixwazin ava bikin.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger herî dawî got, ”Di van rojan de ku grevên birçîbûnê hatine ber sînorên şehadetê, em radigîhin, bi gotina, ”Bijî Serok Apo” di serî de li Elmanyayê, li hemû welatên Ewropayê pêngava çalakiyê didin destpêkirin. Li her deverê, li dijî qedexekirina dewleta Elman, çi kesê ku dibêjin, ”Ez jî dibêjim, Bijî Serok Apo” li cihên ku lê ye, li her deverê divê li Rêbertî xwedî derkeve û derkeve qadan. Bi vê çarçoweyê, dema wê hatiye ku hem berxwedanên grevên birçîbûnê werin geşkirin û bi encam bikin û li her deverê em çalakiyên xwe yên meşrû, demokratîk bînin asta herî bilind. Di serî de meşên girseyî, çalakiyên afirîner û çalakiyên bêîtîatiya sivîl ku wê zorê bike saziyên berpirs gavan bavêjin, divê em çalakiyên xwe geş bikin û her deverê bikin qada berxwedanê. Li ser vê bingehê banga me li hemû ciwanên Kurdistanî û şoreşger, enteryasyonalîst ew e bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo” serî rakin û heta ku tecrîd were şikandin li ber xwe bidin.”