Ciwanên Farqînî da zanîn ku, li navçeyên wan dewlet çav li fûhûş, tîryak û dabaşê dimiçe û gotin;“Piştî hilbijartina 31ê Adarê, divê yên ku şaredariyê bigrin, di derheqê vê mijarê de gavek biavêjin“.
AMED – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi hemû hêza xwe ve amadehiya hilbijartina 31ê Adarê dikin. Di xebatên propagandayê de, li ser polîtîkayên kayûmê disekinin û didin zanîn ku kayûm, hilbera hişmendiyekê ye. Li navçeya Amed Farqînê jî kayûm hatiye pîşandin û navendên ciwanan, jinan û çand û hunerê jî hatibûn girtin. Ciwanên Farqînî dan zanîn ku, piştî girtina van navendan, fûhûş, tîryak û lîstokên dabaşê li navçeyê berbelav bûye.
“JI RAPERÎNA CIWANAN DITIRSIN“
Ciwanê bi navê Bunyamîn Altun ê ku li Farqînî hatiye dinê û mezin bûye, dibêje ku, niviya ciwanên Farqînî hînî fûhûş, tîryak û lîstokên dabaşê bûne. Altun, di berdewamiya axaftina xwe de got;“Ciwanên me li qehweyan asê bûne. Ji ber ku tu çalakiyên wan ên civakî nîn in. Dîsa ciwanên ku dixwazin zimanê xwe yên dayikî hîn bibin hene, lê nikarin hîn bibin. Ji ber ku bi zimanê xwe perwerde nagrin. Saziyên ku bingeha vê ava bikin jî hatine girtin. Em wek ciwanên Farqînî, dixwazin bi awayekî herî baş ciwaniya xwe bijîn. Divê ku jiyan li me neyê tengkirin. Li nav bajêr, ji cihekî heya cihekî diçin rastî li GBTê tên. Em ji vê rewşê gilîdar in. Ji ber ku ciwan, ji tîryak, fûhûş û lîstokên dabaşê aciz in ditirsin ku ciwan rabin ser piyan“.
“EM SAZIYÊN ÇANDÊ DIXWAZIN“
Bunyamîn Altun, got ku;“Divê di heyama bê de Şaredariya Farqînê, mijarên wek fûhûş, tîryak û lîstokên dabaşê bigre rojeva xwe. Divê ku Şaredarî, rêbazên ku ciwan ji van pirsgirêkan dûr bixe, bibîne. Yek jî cihên ku ciwan biçin nîn in. Dibe ku saziyên wek ciwan demên xwe berdar derbas bikin û çalakiyên civakî pêk bînin werin avakirin. Dîsa ji bo ziman dikarin saziyek ava bikin“.
“FARQÎN, XWEDIYÊ DÎROKEKE XURT E“
Di derbarê van pirsgirêkan de ciwanê bi navê Agît Nakçî jî wisa axivî;“Ji şaredariyên DBPî hatin nijdekirin şûnde van pirsgirêkan her ku çû zêde bû. Berî li şaredariya me qursên wek folklor, wêne, erbane, gîtar û tembûr hebûn. Kayûm hat û hemû qurs jî hatin girtin. Dixwazin bi hilbijartina 31ê Adarê ve ev saziyan dîsa bên vekirin. Ciwanên Farqînî, ji bo ku li tora civakiyê xwe bidin nîşandan, ji xwendin û hilberînê paşve dimînin. Me berî demê xwe bi çûyîna saziyan ve berdar derbas dikirin. Ez bi xwe di qursa folklorê de sergovend bûm. Lê em niha ciwanên 14-15 salî dibînin, hînî fûhûş û tîryakê bûne. Em naxwazin pirsgirêkên wisa werine jiyîn. Ji ber ku Farqîn, xwediyê dîrokeke xurt e. Heke em îro îxanet li vê dîrokê bikin, şaşiyek mezin e“.
“ÇAV LI FÛHÛŞ Û TÎRYAKÊ TÊ MIÇANDIN“
Agîd Nakçî, axaftina xwe wisa qedand;“Hevalên min û xizmên min, niha çikilîne ridava fûhûş û tîryakê. Kesên ku berî fûhûş, tîryak û lîstokên dabaşê çi ne nedizanîn, niha van ji jiyana xwe kêm nakin. Mînak îro dê û bavên hevalên me, ji bo ku em zarokên wan ji vê qirêjiyê xelas bikin û bi wan re biaxivin, her roj têne malên me. Em bi wan re diaxivin lê kêr nayê. Mînak, her roj têne mala wêran a li kêleka mala me, tîryak dikêşin. Em bi wan re diaxivin lê dibêjin “ji te re çi“, “te eleqedar nake, dewlet tiştek nabêje hûn çima tevî me dibin?“. Dewlet, rê dide fûhûş û tîryakan. Ev, mîna roj li ber çava ne, herkes jî dizane lê ji tirsa tu kes dengê xwe dernaxin. 4-5 salan berî, pirsgirêkên ku ez dibêjim tunebûn. Em li parqan kom dibûn û erbane û tembûr lêdidan. Me galegal dikirin. Lê niha em li parqekê rûdinin, hema polêsan tên û me belav dikin. Sê kes tên ba hev, polêsan hema mudaxele dikin. Niha li parqê rûniştin, kola vexwarin û dendik xwarin qedexe bûye. Her ku diçe zextên dewletê li ser ciwanan zêde dibe“.
NC/SIYA ŞEVÊ