Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 109’an de berdewam dike.
AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 109’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 71’an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 96’an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 70’an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 70’an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 36’emîn de, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 41’an de berdewam dike.
Li girtîgehan her roj komên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger dibin. Herî dawî ji girtîgeha Şakaranê 8 girtiyan diyar kir ku wan ji 15’ê sibatê û vir de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirine. Bi tevlibûnên herî dawî yên çalakiyê re hejmara kesên ku tevli çalakiya grevê bûne li girtîgehan 300 derbas kiriye, dibe ku ev hejmara zêdetir jî bibe. Ji aliyekî din ve jî greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan jî berdewam dike.