Xwendekar jin a ku li Zanîngeha Mustafa Kemal dixwend ji aliyê 3 kesên bi kêr ve hate tehditkirin. Şubeya ÎHD a Hatayê di derheqa bûyerê de banga lêpîrsîn vekrinê kir.
HATAY- Xwendekar jin a ku li Zanîngeha Mustafa Kemal dixwend ji aliyê 3 kesên bi kêr ve hate tehditkirin. Şubeya ÎHD a Hatayê di derheqa bûyerê de banga lêpîrsîn vekrinê kir.
Hate zanîn ku xwendekar jin ji aliyê sê kesên bi cilên taxim ve hatiye tehditkirin. Li ser vê mijarê İHD a Hatay’ê got komek xwendekar serî li me dane û gotine: “Sê kesê ku bi cilên taxim hatin kêr li me kişandin û gotin ‘Em we nêz ve dişopînin apart û mala we dizanin. Çalakiya ku hefteya ç3uyî w eli Zaningehê çêkir em agahdar in. Em we welatparêzan, sosyalîstan, şoreşgeran li zaningehê nehêlin. Em ê we bikujin. Heya vê roja yekşemê hûn bijîn şukr bikin.”
Têkîldarî mijarê de İHD’a Hatayê banga lêpîrsîn vekirinê berpirsiyartîgirtina Rektorîyê kir.