Ji aliyê parêzerê girtiyê Şeladizê ve hate gotin Şêrwan Şêrwanî, Takur Zerdeştî û Rêkan Reşîd li gel polîsên Dihokê bîne Asayîşa Giştî û rê nayê dayîn ti kes wan bibîne.
NAVENDA NÛÇEYAN- Welatiyên Şêladizê û Dêralokê 26’ê Çileyê li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê û komkujiyan rabûn ser piyan û ser baregeha Siriyê ya artêşa Tirk de girtin. Di xwepêşandanê de zarokek bi guleya artêşa Tirk û kesek bi temen jî ji ber dengê zêde yê balafirên şer şehîd bûn. Piştre li Behdînan pêla binçavkirina destpêkir û zêdeyî 80 kesan hatin binçavkirin. Piştre hinek bi kafalet hatin berdan û hîn 13 kes dibin çavan de mane.
Ji aliyê parêzerê girtiyê Şeladizê ve hate gotin Şêrwan Şêrwanî, Takur Zerdeştî û Rêkan Reşîd li gel polîsên Dihokê bîne Asayîşa Giştî û rê nayê dayîn ti kes wan bibîne.
Her wiha ji aliyê asayişê ve hatiye gotin ku ew ê di demek nêz de Şêrwan Şêrwanî, Takur Zerdeştî û Rêkan Reşîd bibin li gel 10 girtiyên din ên ku li Girtigeha Zirka ya Dihokê.