Îro li Amed’ê li navçeya Sur’ê di salona Nîlgûnê de Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê komalaya xwe îlan kir.
AMED- Îro li Amed’ê li navçeya Sur’ê di salona Nîlgûnê de Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê komalaya xwe îlan kir. Komalayê ku bi navê DO-Der webe bi axaftina armanc û rêbazên xwe destpêkir.
Di axaftina hate kirin de behsa tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Leyla Guven de tê li dar xistin hate kirin.
Beriya bernameyê Şanoya Bajêr a Amedê leyîstoka xwe ya “Dawiya Dawî” pêşkeşî kir.
Her wiha sînevîzyonek li ser Komalaya berê ya Zanîngeha Dîcle Aydin Erdem û faalîyetên DO-Der’ê hatiye amadekirin hat temaşekirin.
Bername bi konsera Hîvron berdewam dike.