Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku hêzên wan li navçeya Şera ya kantona Efrînê li dijî çeteyan çalakî kirin, di encamê de 6 çete hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser çalakiya xwe ya li dijî çeteyên Tirkiyê li Efrînê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt tê got: ” Di çarçoveya çalakiyên şervanên me li herêma Efrînê de û wekî bersivdayîna sûcên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê der heqê gelê me yê Efrînê û xaka me ya paqij li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên, şervanên me di dîroka 24‘ê Sibata 2019‘an de li gundê Mişelayê yê navçeya Şerayê motorsêktêteke bombebarkirî li benda kontrolê ya çeteyên Sutlan Murad a girêdayî dagirkeriya Tirkiyê teqand. Di çalakiyê de 6 çete di nav de yekî payebilind bi navê Enwer El-Hesen ‘Ebû Ûsama‘ hatin kuştin.
Şervanên me di rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê û çeteyên de bi îsrar e. Ev çalakî ne ya dawî ye, bi qasî ku bibin gavek din ji bo mezinkirina berxwedanê ya ku şervan û gelê me li hemberî dagirkeriyê dide meşandin.”