Di 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de di derheqa nîqaşên hatine kirin û biryarên hatine girtin de endamê Lijneya Amadekariyê Harun Apoyî ji ajansa Nûçe Ciwan re axîvî.
KOBANÊ- 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi encamnameya û bi biryarderiyek mezin dawî bû. di Konferansê de ji bo çareseriyên pirsgirêka Rojhilata Navîn gelek biryar hatin girtin. Di têkîlî mijarê de, di derheqa nîqaşên hatine kirin û biryarên hatine girtin de endamê Lijneya Amadekariyê Harun Apoyî ji ajansa Nûçe Ciwan re axîvî.
Apoyî got ku: “Di konferansê derket holê gel bi komûn û meclîsa xwe jiyana xwe ava bike, wek alternatif. Bêgûman di gelek mijaran de me bîryar girtin, bi biryarên pir girîng bi dawî bû. Mîna Akademiya Ciwanên Rojhilata Navîn wê were lidarxistin. Dîsa meclîsa Ciwanên Rojhilata Navîn were avakirin. Koordînasyona ciwanan wê were pêkanîn. Di Rojhilata Navîn li hember faşîzma Tirk ku mudaxaleyê her tiştê dike têkoşîn wê were dayîn. Li hember polîtikayên Îran, Suudî Erebîstan, Fransa, Birîtanya, Emerîka, Rusya bîryara têkoşînê hate girtin.”
Apoyî wiha destbi axaftina xwe kir: “Em di destpekê de xêrhatina ajansa we Nûçe Ciwan dixwazin. Bi rastî ev çend roj in ji bo konferansê we kedeke mezin da. Em li ser navê lijneya amedekariyê spasiya we dikin. Bêguman hedefeke me ji bo vê konferansê hebû. Hedefa me ew bû ku stratejiya ciwanên Rojhilata Navîn pêş bixin û pêk bînin. Ji bo ku ev stratejiya ciwanên Rojhilata Navîn pêk were li ser 3 beşên esasî ew stratejî xwe amede kiriye. Yek; di Rojhilata Navînê de sedemên pirsgirêkên hişmendiyê çi ne, ev werin niqaşkirin û li beramberî vê şoreşa hişmendiyê di Rojhilata Navîn de wek stretejî ev konferans peş bixe. 2; dewletên faşîst, dagirker, despot, yên ku di Rojhilata Navînê de serdest in, ev yek ji sedemên esasî ya qeyranên di Rojhilata Navîn de tên jiyîn in û ji bo ku heman demê ev bên nîqaşkirin, polîtîkayên ku van bi rêve dibin çi polîtîqayên faşist û dîktatorî ye û netewperestî ye, bên niqaşkirin. Ji aliyê ciwanan ve ciwan çawa bi têkoşîneke rewa bibin xwediyê şoreşekê û di Rojhilata Navîn de jî vê pêk bînin. Û azadî û demokrasiyê wisa ava bikin. 3; yek ji sedemên esasî ya ku li Rojhilata Navînê tê jiyîn; qeyrana heyî, destwerdana hêzên emperyalîst û hêzên Ewropa ya li ser Rojhilata Navîn e û polîtîkayên van e. Û polîtîkayên ku ew di Rojhilata Navîn de bi rêve dibin, Rojhilata Navîn dixin nava qeyran û aloziyan. Li hemberî polîtîkayên hêzên emperyalîst, têkoşîna ciwanan çawa bê pêşxistin, li ser vî esasî konferans hat lidarxistin.”
Dş berdewamiya axaftinê xwe de Apoyî got: “Me li ser van her sê lingan konferans pêk anî. Konferans ew sê roj in dest pê kiriye. Û îro jî bi dawi bû. Di konferansê de dema ku mijarên hişmendiyê hat niqaşkirin encamên pir erênî jî derketin. Di encama niqaşan de hat diyarkirin ku hişmendiya zayendperestî ya ku jin tune dike û di nava malbateke de xulam dike ava kirine û civakê jî dike xulam u dike bingeha pirsgirêkan. Ev hişmendiya zilamsalarî pêwîst e ku were derbaskirin û li beramberî vê têkoşîn were dayîn. Hişmendiya mezhep dînperest, olperest ku rêxistinên vê wek daiş, el kaîde, el nusra ne, ev hişmendî sedemên qeyranê ne. Hat zelalkirin û li beramberî vê hişmendiyê hat diyarkirin ku têkoşîn were birêvebirin. Di heman demê de netewperestî, faşîzm weke sedemên esasî hat niqaşkirin û mahkumkirin. Zayendperestî, olperestî û faşîzm wek hişmendiya pergala Netew-Dewletê hat mehkumkirin. Ev encamek serkeftî bû. Ev rojeva yekemîn bû, rojeva duyemîn doza gelê Kurd, doza gelê Fîlîstîn, jenosîda ku li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn pêk hat, hate nîqaşkirin. Pergala netew-dewlet, Kapîtalîzm, hêzên emperyalîst ku mudaxaleya li vir kirin, nexşeyekî komkujiyê xêz kirin di vir de hate nîqaşkirin. Çavkaniya van xirabiyan wek dewlet hate dîtin û li dijî biryardariya têkoşînê derket holê. Xalekî din a ku di konferansê de berfireh hate nîqaşkirin jî mijara çareseriyên Rojhilata Navîn bû. Pergela Konfederalîzma Demokratîk, netewa demokratîk ku li Rojhilat û Bakurê Suriyê pêk hat wek mînaka çareseriyê hate dîtin. Wek alternatîfek hate dîtin. Pergala netew-dewlet hat redkirin, pergela Konfederalîzma Demokratîk, netewa demokratîk çareseriya mîsoger hate dîtin.”
Herî dawî Apoyî balkişan li ser biryaran û wiha axaftinê xwe dawî kir: “Di konferansê derket holê gel bi komûn û meclîsa xwe jiyana xwe ava bike, wek alternatif. Bêgûman di gelek mijaran de me bîryar girtin, bi biryarên pir girîng bi dawî bû. Mîna Akademiya Ciwanên Rojhilata Navîn wê were lidarxistin. Dîsa meclîsa Ciwanên Rojhilata Navîn were avakirin. Koordînasyona ciwanan wê were pêkanîn. Di Rojhilata Navîn li hember faşîzma Tirk ku mudaxaleyê her tiştê dike têkoşîn wê were dayîn. Li hember polîtikayên Îran, Suudî Erebîstan, Fransa, Birîtanya, Emerîka, Rusya bîryara têkoşînê hate girtin.
Di milê îdeolojî, hişmendî, civakî de, di aliyê girtiyên hemû zindanên Rojhilata Navîn de, dîsa ji bo di azadiya Rêber Apo de ku ev konferans bi pêşniyara vê pêk hat, li vê konferansê bîryar hatin girtin. Li ser van esasan Ciwanên Rojhilata Navîn, Meclîsê Ciwanan wê têbikoşin. Bi bîryardariyek mezin ev derket holê.”