Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Babê, vê êvarê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Furet El-Hemzat de şer derket. Şer li nêzî geraca bajarê Babê rû da.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Babê , vê êvarê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Furet El-Hemzat de şer derket. Şer li nêzî geraca bajarê Babê rû da.
Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyekî koma El-Hemzat bi navê Osman Ebû Umeyr li sivîlekî bi navê Emced Ebdulwahid xistibû û ew birîndar kirbû, li ser vê yekê komeke ji çeteyên girêdayî Ehrar El-Şam ku xizmên sivîl Emced bû mudaxele kirin û şerê çeteyên Ehrar El-Şam kirin. Li gorî çavkaniyan ji ber şer çete ji herdu aliyan birîndar bûn. Çete birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyan.
Hate destnîşan kirin ku şer piştî navbeykariyan hin aliyan sekinî.