Şevê din nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê gihaştin cihên rizgarkirî û gelek çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kir.
DÊRAZOR- Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê li berîka wan a dawîn a li gundê Baxozê yê li ser qeraxa çemê Firatê, dorpêç kirin. Çete ji bo astengkirina pêşveçûyîna şervanên QSD`ê, sivîlan wek mertal bi kar tînin.
Şevê din nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê gihaştin cihên rizgarkirî û gelek çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kir.
QSD`ê bi rêya kamyonan sivîl birin cihên ewle da ku tedbîrên ewlehiyê der heqê wan de bigirin û piştre wan bibin kampên koçberan ên li Bakurê Sûriyê.