Li Binarê Qendîl şervana YPJ’ê Tekoşîn Botan ya ku di berxwedana serdemê de li Efrînê şehîd bibû, hat bi bîranîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Binarê Qendîl şervana YPJ’ê Tekoşîn Botan ku di berxwedana serdemê de li Efrînê şehîd bibû di yekem salvegera şehadeta wê de hate bi bîranîn. Di merasîma bîranînê de wêneyek mezin yê Tekoşîn Botan hat bilindkirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên Kurdistanê destpêkir. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Binarê Qendîl Mihemed Hesen axivî li ser taybetmendiyên şehîd Tekoşîn Botan û wiha got: “Heval Tekoşîn dinava gel de hevalek gelek rih sivik û hêja bû. Bê dudilî hertim kar û xebat dikir. Ew tu demek ji kar û xebatê nediwestiya.”
Mihemed Hesen di berdewamiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir û wiha got: “Ji bo em xeyal û armancên şehîd Tekoşîn bicih bînin, ez bang li gelê Kurd dikim ku li dijî faşîzim û dagirkeriyê rabin. Carek din sersaxî ji malbat û gelê Kurd re dixwazin. Şehîd xwediyê rastîn ên vî welatîne.”
Bi dirûşmên “Şehîd Namirin” merasîma bîranînê bidawî hat.