Xwendekarên Zaningeha Cezayirê namzetiya Serokkomariya Serokkomar Abdulaziz Butefilka protesto kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekarên Zaningeha Cezayirê namzetiya Serokkomariya Serokkomar Abdulaziz Butefilka protesto kirin.
Li ser bangawaziya li ser Tora Civakî Xwendekarên Zaningeha Cezayirê di nav kampusa esas de û di gelek fakulteyan de çalakiya protstoyê derxistin. Ciwanan bi diruşmên “Ji serdema 5’mîn re na” namzetiya Butefilka ya ku 81 saliye protesto kir.
Li Zaningehên bajarên Tizi Vuzu, Becaye, Setif, Buira, Bumerdas, Vahran, Edrar, Tipaza, Konstantin, Batna û Misila jî bi heman dîmenan Xwendekaran protestoyê xwe li dar xistin.