Qonaxa dawî a tunekirina terorê Şervanên QSD’ê di nava du rojan de 4 hezar û 800 Sivîl ji gundê Baxozê rizgar kirin û şandin Kampa Holê, di heman demê de kêlî bi kêlî hijmara rizgarkirina sivîlan zêdetir dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN – Qonaxa dawî a tunekirina terorê ya Hemleya Bagêra Cizîrê ku QSD’ê ji bo paqijkirina Bakurê Suriyê ji çeteyên DAIŞê berdewam dike. Şervanên QSDê îro jî bi nêzîkayî hezar kesên çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de û malbatên wan ji gundê Baxozê hatin xelaskirin. Ji gundê Baxozê ku girêdayî Hecînê ya rojhilatê û şandin Kampa Holê ya li Hesekê. Her wiha kesên gihaştin kampê di nav wan de hemwelatiyên Tirkiyê, Rûsya û Iraqê hene, ji aliyê din ve kesên ji bajarê Suriyê, Heleb, Hama, Îdlib, Reqa û Babê jî hene.
Kesên ku gihaştine Kampê bi piranî jin û zarokin, ji aliyê rêvebirina kampê û Heyva Sora Kurdistanê xizmetên tendurustiyê pêşkêşî wan hatiye kirin, jinên ducanî û yextiyar şandin nexweşxaneyên Hesekê.
Hijmara Sivîlên ku di nava du rojan de hatin rizgar kirin nêzî 4 hezar û 800, her wiha kêlî bi kêlî hijmara sivîlan zêdetir dibe.