Ji ber ku desthilatdariya faşîst AKP-MHP dizanin ku li bajarên Kurdistanê nikarin bimînin, dixwazin bi saziyên dewletê re heyîna xwe bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji aliyê desthilatdariya faşîst AKP-MHP ve, ber bi hilbijartinê daxuyaniya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 387 kadro wê werin girtin, hat kirin.
Ji ber ku desthilatdariya faşîst AKP-MHP dizanin ku li bajarên Kurdistanê nikarin bimînin, dixwazin bi saziyên dewletê re heyîna xwe bidomînin. 33 rojên beriya hilbijartinê, ji bo 387 kadroyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serlêdan tên girtin. Şaredariyê ku ji aliyê kayûm ve hatiye nijdekirin, daxuyanî da û got, bi navcîtiya Serokatiya Personelê ya Dewletê 387 kadro wê werine girtin.
Yên ku dixwazin bibin kadro, piştî daxuyaniyê li ber Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku serlêdan tên kirin, dordirêjeke mezin pêk anîn.