NAVENDA NÛÇEYAN
Kasım Engîn
Li hemberî berxwedana mezin ku di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kir, gav bi gav hişyarbûneke wîcdanî pêk tê. Leyla Guven a ku di her derdorê de bi dengekî bilind tîne ziman ku Pasîfîzm dikuje, berxwedan jî mezin dike, ji bo lêgerînerên azadiyê bi tam wateya peyvê bûye çîtek.
Leyla Guven hem dayîk, hem siyasetmedar, hem lêgerîner û hem jî jineke çav bera azadiyê daye ye. Lewma jinek wîcdanê civakekê radike ser pêyan. Tew vê yekê bi piço piço dayîna bedena xwe, bi razana birçîbûnê dike.
Gelek rêbazên meşa bi ser mirinê de hene. Lê belê herî dijwarên mirinan, wekî Ferhadan şewitandina bedena xwe û wekî Xeyriyan bedena xwe razandina birçîbûnê ne.
Leyla Guven; wekî şopînereke baş ya Kemal û Xeyriyan, di rêya Mazlûman ya ronak de zêdetirî 100 rojî ye ku têkoşîna xwe bi mezinkirin berdewam dike. Wekî ku têkoşîna xwe berdewam dike, her peyva wê jî ji bo zeximandina têkoşînê wekî sind û çakûçan dadikeve. Bi polakirina hesinî îradeya xwe derdixe ser asta mirov î.
Leyla Guven ku jineke, dema bedena xwe razand birçîbûnê nexweşiyên wê dihatin zanîn. Leyala Guven ku jineke, bi dermanan ve xwe bi jiyanê digre. Û jineke wisa ku, bûye hêviya gelekî, civakekê, wîcdanên wan li dijî faşîzmê ku rejîma tarîtiyan e rakiriye ser pêyan. Bi Leyla Guven re Nasir Yagiz jî wê 13 rojan ji dawiyê ve dişopîne. Dîsa di zîndanan de PAJKî û PKKyîyên ku hejmara wan di ser 300î re ne hatine rojên xwe yên 70yî. Dîsa bi rengekî hevşib li Strasbourgê jî temsîlkarên 14 Saziyên Kurd û wekî pêwîstiya welatparêziya xwe kesên ku bedena xwe razandine birçîbûnê hene. Û dîsa bi Gallera xwe, bi Torontoya xwe, bi Duisburga xwe, Nunberga xwe, bi Mexmûra xwe hema bêje li her derê grevên birçîbûnê yên bidorvegerî û yên bêdorveger hene. Hemûyên wan jî bi çav berdana mirineke herî req têkoşînên xwe berdewam dikin.
Têkoşînên wan di rêya ronak ya Leyla Guven de gav bi gav rastî menzîlê bi rê ve diçin. Di vê rêyê de, her têkoşer di her gav û deqeyê de dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Lewra gelek têkoşer gihaştine sînorê mirinê.
Bi tevlî ku rewş ev e, peyv û peyamên ku dibêjin ji têkoşeran re piştgiriyê bikin, bi tam wateya peyvê şerm dimînin. Sivik dimînin. Berovajî disekinin.
Em bizanin ku, di razandina bedena xwe ya mirinê de armanceke Leylay Guven heye. Têkoşerên ku Leyla Guven dişopînin jî daxwazên Leyla Guven wekî yên xwe dibînin, şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ji xwe re dikin armanc. Puxteya gotinê, armancên têkoşeran wekî rûyê rojê ronî ne. Zelal in.
Di rewşeke bi vî awayî de, çawa ku bilêvkirina piştgirîkirina Leyla Guven ne li cihe, nedîtina rastiyan e jî. Ji bo Leyla Guven a zêdetirî sed rojî di greva birçîbûnê bêdawî û bêveger de ye, gotina jê re piştgirî bikin ku wekî ji kesekî hîna nû dest bi grevê kiriye re tê gotin, cih nagire. Şerm tê.
Em zanibin ku, Leyla Guven û hevrêyên xwe daxwaza “şikestina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê” dikin. Ev daxwaz tenê ne li ser Leyla Guven û hevalên wê tapûkirî ne. Ev daxwaz, daxwazên her çep-çepgirên durust, welatparêz û şoreşgerî ne. Divê daxwazên wan bin.
Di rewşa ku rastî ev e de, xwe li derveyî têkoşîna li dijî faşîzmê dîtin, gazîkirina piştgiriyê ji Leyla Guven re, tê wateya li dijî faşîzmê netêkoşîn kirinê. Hela hela bi gazikirina bi virde û wêde qaşo afirandina hestyarîkirinê bêhûde ye.
Ji têkoşîneke zêdeyî sed rojî tê berdewamkirin re piştgirî nayê pêşkêşkirin. Wekî neferekî vê têkoşînê li cem Leyla Guven û rêhevalên wê bi şexsê xwe tê sekinandin. Bi dîtina daxwazên Leyla Guven eynî wek daxwazên xwe bi şexsê xwe tê daketinî meydanê. Tiştên ku li derveyî Leyla Guven û rêhevalên dê weri kirin hebin, ew tên kirin. Eger meş be meş. Protesto be portesto. Qîrkirin be qîrkirin. Şewitandin û hilweşandin be dê bişewitîne, hilweşîne.
Puxteya gotinê, Leyla Guven û Rêhevalên wê nayên piştgirîkirin, bi kirina her tiştê ku ji dest tê, ne wekî biresereke çalakiya wan, bi şexsê xwe wekî kirdeyekî/ê çalakiya wan, bi şexsê xwe Leyla Guven dibe bûyîn.
Ev ji bo kesên tên zanîn û naskirin qat bi qat bêtir derbasbûyî ye. Di rewşeke ku hew maye hemû civaka kurd rabe ser pêyan de, gazîkirinên piştgirîkirinê bi virde û wêde, ji vî aliyî û wî aliyî re nivîsên xwe şandin, tenê û bi tenê veşartina ser rewşa xwe ya lawaz e.
Erê, dibe ku mirov nikare bibe Leyla Guven û Nasir Yagiz. Pêşvekirin, şopvekirin her dem karê mirovên mêjiyê wan gelek lê dilê wan yek bûye. Lê belê di her demê de tiştên ku herkes dikarin bikin jî hene.
Wekî gotina Rêber Apo ya “ Eger qet tiştek ji destê we neyê jî, dua bikin, ev jî bes e” ku di dema xwe de gotiye.
Erê, LI LEYLA GUVEN PIŞTGIRÎ NAYÊ KIRIN, LI CEM WÊ TÊ SEKINÎN!
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê