Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Parîsê li dijî tecrîdê derketin qadan û çalakiyek li dar xistin.
PARÎS- Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo bidawîbûna tecrîdê û piştgiriya ji grevên birçîbûnê re tên lidarxistin dewam dikin.
Komek ji ciwan doh li herêma Sacré Cœur (Dêra Spî) ya li paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan û çalakiyek li dar xistin.Li ser pêlikên Sacré Cœurê bi gelek zimanan pankarta bi nivîsa “Free Ocalan” hate vekirin û alên PKK û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan.
Ciwanan li çar aliyên dêrê dûyê bi rengê kesk, sor, zer û mor hil kirin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Kujer Erdogan” qîriyan û sirûda “Çerxa Şoreşê” gotin. Di çalakiyê de gelek belavok li ser armanca çalakiyê hatin belavkirin.