Li navçeya Aydin Nazîlliyê îro serê sibê polîsên dagirker avêtin li ser avahiya HDP’ê.
AYDIN- Li navçeya Aydin Nazîlliyê îro serê sibê polîsên dagirker avêtin li ser avahiya HDP’ê. Di êrîşê avahiyê de gelek polîs cih girtin. Di avahiya ku hate dorpêçkirin de lêgerîn hate kirin û ji gelek amûr û belgeyan re dest danîn. Her wiha Hevseroka Navçeya HDP’ê Sînan Bayrak girtin binçavan.
Sînan Bayrak birin Miduriyeta Emniyetê ya Nazilliyê.