Hat diyar kirin ku li qadên çolterên navçeya Şemrex a Mêrdînê, tevgera leşkerî ya dagirker heye.
MÊRDÎN – Hat zanîn ku li qadên Çiyayê Mezî ya dinavbera Taxên Qesrik, Şêb û Mahlebî yên çolterên navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, di saetên serê sibê de, gelek maşîneyên zirxî sewqî qada çiyayî ya gundê Meşelî hatine kirin û tevgera leşkerî destpê kiriye.
Derbarê detayên liv û tevgera leşkerî de tu agahî nehatin bi dest xistin û Walîtiya Wanê jî, heya niha daxuyaniyek fermî ne daye.