Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Helebê bi dirûşmeya “Ji madeyên hişbiriyê re na, ji jiyanê re erê, tu jî madeyên hişbiriyê re bihêztir e” belavokên hişyarkirina ji xeteriya madeyên hişbiriyê belav kirin.
HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Helebê bi armanca hişyarkirina ji xeteriya bi karanîna madeyên hişbiriyê pêngavek da destpêkirin. Ciwanên tevgerê belavokên hişyarkirina ji madeyên hişbiriyê û bandora wê ya neyinê li ser tunduristiya mirov û tevahî civakî li welatiyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav kirin û li dîwaran jî daliqandin.
Derbarê mijdarê de, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Ciwanan da zanin ku mebesta wan ji vê pêngavê ew e ku ciwanan ji xeteriya bikaranîna madeyên hişbiriyê hişyar bikin, ji ber ku bandoreke neynî li ser tenduristî û dirûniya mirov û tevahî civakî dike.
Ciwanan diyar kir ku pêngav wê du rojan berdewam bike.