NAVENDA NÛÇEYAN
Kasim Engîn
Tê zanîn ku Kurdistan bi rêbazên Rewşa Awarte tê rêvebirin. Û ev jî nêzîkî 100 salan bênavber didome.
Di derheqê qirkirina Kurdan de belgeya herî girîng bêguman Plansaziya Îslehat a Şarkê ye ku di 24ê Îlona 1924an de hat pêşxistin e.
Li gel vê belgeyê bi belgeyên Îzale-î Şekavet û Takrîr-î Sukûn re li hemberî Kurdan şer dan destpêkirin. Ji bo ku ji vî şerî encameke baş bi dest bixin, Dadgehên Serxwebûnê (Îstîklal) ku berî ji bo revokên leşker hatibû pêşxistin, ji nû ve biçalak kirin. Û ji wê rojê heya îro jî, Dewleta Tirkiye, dixwaze Kurdan bi rêbazên Rewşa Awarte re bi rê ve bibe.
Heke em 28 xalên Plansaziya Îslehat a Şarkê yek bi yek binêrin, em ê bibînin ku ev belge, belgeya qirkirinê ye. Ji qedexekirina ziman heya koçberkirinê, ji mişextîkirinan heya bişaftina çandî, ji destdanîna nirxên bûjenî û arişî heya bi zorî hilgirtina leşkeriyê, ji demografyayê guhartin heya destlêwerdana leşkeriyê bi gelek xalan ve qirkirina Kurdan plansaz kirine.
Plansaziya Îslehat a Şarkê çawa ket merîyetê em ji qirkirina sor an jî qirkirina fizîkî ya di navbera 1925an û 1938an de pêk hatibûn, fêhm dikin. Dû re jî bi qirkirina spî re ji bo ku gelê Kurd ji nasnameya xwe dûr bixin, kîjan rêbazên polîtîkayên bişaftinê dane meşandin, dizanin.
Lêbelê em wê jî dizanin; Plansaziya Îslehat a Şerkê her tim tiştên ku tên xwestin, neda. Dema ku plansazî encamên ku hatibûn xwestin neda, dewlet dîsa dest bi qirkirinên fizîkî dan destpêkirin. Wek 33 Guleyan, Doza 49an, 400an, Wêranşaran, Maraşan, Sêwazan û herî dawî jî bi Roboskiyê rêbazên hîn hişktir xiste dewrê.
Ji bo ku qirkirin bi qasî encamên ku tê xwestin encam neda, xwe bi tenê Plansaziya Îslehat a Şarkê re sînordar nekirin. Li gor her demê û cihê Plansaziya Îslehat a Şarkê ji nû ve kirin. Ji hin belgeyên veşariyê re hatine gihîştin (wek belgeyên Plansaziya Îslehat a Şarkê), lê ji hemû belgeyên qirkirinê re nehatiye gihîştin.
Mînak; Plana DGEPê ku di sala 1999an de dixwestin bixin merîyetê, ji aliyê Baskin Oran ve hat eşkerekirin. Dîsa planeke din a bi navê Projeya Biyekbûna Dewletê, di sala 2006an de hat eşkerekirin. Heman plansazî di sala 2014an de bi navê Plansaziya Têkdanê hat jinûvekirin. Û herî dawî jî di sala 2018an de, wek berdewamiya Plansaziya Têkdanê bi Belgeya Stratejiya Ewlehiyê re dewlet, qirkirina Kurdan dîsa xist rojeva xwe.
Ev belge, ji bo wan çiqas girîng e, em ji vê xalê fêhm dikin; “…a. Li gor pîleya nepeniyê ev belge wê were parastin û ji bo ku nekeve destê kesên bêraye jî tedbîrên astengker wê werine girtin.“.
Li cihekî din a belgeyê jî wisa tê gotin;“ Şaredarî, di bin qonrola Wezareta Hundirînê de ye û bi heman awayî encamên ku bi destê darazê were kirin jî hîn lezûbez encaman wê bigre û cihên ku pêwendîdar jî mecbur in ku van xebatan bidin bilezkirin. Li vir tiştê ku tê dîtin, pêkhateya faşîst, çawa li Kurdistanê tevdigere.
Hîn hîrarîker dibe jî ew e;” Neyê jibîrkirin ku heya ku leşkerên me li herêmê pişta rêxistina terorê û ya partiya ku avanê wan in neşkê, hemû saziyên dewletê di rewşeke seferberiya tem de bibin“. Heke em bala xwe bidin, em ê bibînin ku rejîma faşîst bi giyana seferberiyê nêzîkî pêvajoyê dibe.
Seferberî çi ye? Di ferhengan de seferberî ev e;“ Heyama ku hemû hêzên çekdarî ya dewletekê xwe ji şer re amade dike, amadehî an jî tedbîrên ku hemû aborî û rêveberiya dewletê xwe li gor şert û mercên şerê xwe amade dike an jî heyama ku ser diqewime ye“.
Li gor vê wateyê zelal e ku rejîma faşîst a Dewleta Tirkiye, rasterast ji Kurdan re Îlona şer kiriye. Helbet belge, bi tenê bi van re nesînordar e. Li belgeyê;
“….
“4. Divê ji hemû personelan ve were pêjirandin ku di encama êrîşeke xayîn de li dewsa nava darbest têketinê, hemberî dozgeriyê derketin wê were bijartin.
5. Divê ferman ji hemû personelan re were belavkirin û neyê jibîrkirin ku dewlet di heyamên dijwar re derbas dibe.
6. Di bikaranîna çekan de prosedûrên zagonî bila neyê fikirîn û neyê jibîrkirin ku rewşek awarte û seferberî tên jiyîn; were zanîn ku di dadgehên leşkeriyê de jî birêkûpêkirinên pêwîst jî wê were kirinê“, tên gotin.
Li van belgeyan tên dîtin ku, faşîzm ji bo ku qeyrana xwe derbas bike rêbazên êrîşê hilbijartiye. Hişkahî û dozaja êrîşê jî bi rewşa giyana ku tên jiyîn yekoyek pêwendîdar e.
Ji ber ku pêkhateya faşîst ketiye zorê û nikarin vê rewşê bimeşînin xaleke din zêde kirine û gotine;“8. Bila were zanîn ku heke guleberdanên tank an jî alavên zirxî, dervayî li cihê ku hedef hatiye girtin here, tu kes ne berpirsiyar in. Di demên dijwar ku dewleta me jiyan dike de her çiqas nehatibe îlankirin jî hewceye ku guleberdanek bipîv a bilind werine pêkanîn“. Bi vê gotinê tê fêhmkirin ku em bi faşîzmeke tu zagon nasneke re rû bi rû ne.
Hêbêtir; “10. Divê were pûtepêdan ku rûniştgehên wargehan werin rûxandin da ku yên ku ji wir derketine venegerin“. Tê dîtin ku wek sed salan berî Kurdan dixwazin qir bikin.
Xala hîn hîkarîkertir jî ew e;“…12. Divê were pûtepêdanê ku yekîneyên ku tên zanîn, rûyên xwe veşêrin û weşana fermî ya dewletê jî bibe xwe bi vekirî nîşan nedin“. Çawa ku bi veşartina sucên berî re hatine vê rojê, dîsa bi heman awayî wek bacemokan rûyên tarî hilbijartine.
Ya herî girîng jî xala 13. e; “ Divê were pûtepêdanê ku di operasyonan de tevgerên psîkolojîk ji tevgerên fizîkî hîn girîngtir e û li gor vê jî were tevgerîn“.
Heke em bala xwe bidinê, em ê bibînin ku xisleta herî diyar a faşîzma Tirk, qirkirinên ku bi şerê teybet re meşandinê ne. Dîsa ji bo ku takakesan ji têkoşînê dûr bixin dest bi derewên mezin, xapandinan, dekûdolaban, têkdana giyanî û kiryarên nediyaran wê bikin.
Rastiya vê jî di belgeyê de ye; “ Ji bo ku li herêma Başûrê Rojhilat a Anatolyayê û li herêma Rojhilata Anatolyayê rêxistina terorê were bêbandorkirin, rûniştgehên wargehan werin rûxandin, valakirina wargehan, piştî operasyonan zarokên xwendekar ji dibistanên razanî, dibistana amadehî ya Anatolyayê û dibistanên teybet re werine bicihkirin, xebitîna makezagonê wek bi awayek Rewşa Awarte were meşandin û bêbandorkirina rêxistina terorê û alîgirên wê divê hemû derfetên dewletê werin seferberkirin“.
Û yek jî ji bo ku serê tiştên kirî û faşîst veşêrin û heke bikaribin biavêjin ser stûyê Tevgera Azadiyê, Mehmetçîk bîryarên biçalak bikaranîna çapameniyê girtine.
Ji bo ku bîryarên wan ên biçalak bikaranîna çapameniyê baş were fêhmkirin jê wergirtinek fireh divê;
Derheqê çapameniyê; “Divê were pûtepêdanê ku di derheqê tevgera leşkerî de provokasyon û dezenformasyon were astengkirin û arîşenên personelan neyê xerakirin. Divê belavkirina agahî û dîmenan ji aliyê Ajansa Anadoluyê were kirinê û heya ku hewce nebe li herêmê ji bo selametiya operasyonan tu rojname an jî ajans nûçegihan nedin dabînkirin û heke hewcedar jî bibe bi destûra fermandarê operasyonê agahî û dîmenên pêwîst werine girtin û belavkirin. Divê li herêmên operasyonê bi tenê nûçegihanên Ajansa Anadoluyê û TRTyê hebe û agahî û dîmenên ku hatine bidestxistin jî divê ji ajansên din re were belavkirin û çapameniya biyanî jî divê di bin qontrolê de werin girtin û bi akredîtasyonê re werin çavdêrkirin û destûr neyê dayîn ku bikevin qada operasyonan.
Divê di hêjmara kuştinan de çapamenî serbest bên berdan da ku serê gel ji ber hêjmarên lasayî tevlîhev nebe. Ev peywira fermandaran e ku divê destûr nedin ku kuştinên sivîl werine sehkirin û agahî û dîmenên ku arîşenên personelan têk bibe neyên parvekirin. Binavkirina operasyonê, ji bo arîşenên terorîstan têk biçe bikaranîna navên piçûker divê ji hunera rêvebirên çapameniyê re were berdan. Divê neyê jibîrkirin ku lingê herî girîng a operasyonê çapameniyê ye.“
Belê, hinek xalên Belgeya Stratejîk a Ewlehiyê ya ku di 2018an de hatibû jinûvekirin, wisa ne. Pêkan e ku em hîn bêhtir bêjin û binivîsînin. Lê ji aliyê fêhmkirina rejîma faşîst ve xalên ku me gotî bes in.
Bila were zanîn ku ji bo ku rejîma faşîst ketiye zorê, di şexsê Tevgera Azadiyê de ji Kurdan re di asta seferberiyê de şer dane destpêkirin.
Dîsa bila werin zanîn ku; vê seferberiyê jî dixwaze bi bikaranîna rê û rêbazên qirêj re pêk bîne.
Belê, li hemberî me faşîzmê ku roj bi roj dihele û têk diçe heye. Û ev faşîzm jî ji bo ku xwe ser piya bihêle çi ji destê wê tê wê bike.
Û heke em bala xwe bidin dîroka cîhanê, em bibînin ku hemû dîktator û despotan dema ku ber bi hilweşînê diçûn dest bi bêrêwîştî û tundiya ku mêjî u dilê mirov nagre dikin û ji bo temenê xwe dirêj bikin dixebitin. Belê, dîroka mirovahiyê vî tiştî hînî me dike.
Bi baweriya ezmûna ku me ji dîroka mirovahiyê wergirtiyê bi pêkanîna welatê û bi bîreweriya hilweşîna faşîzmê -rêbazên gemar ên faşîzmê çi be bila bibe- heke em têkoşîn bimeşînin dikarin faşîzmê biavêjin sergoyê. Bi vê baweriyê dema derbasbûna SEFERBERIYA ŞOREŞGERÎyê ye.
Ji Navendên Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê hatiye wergerandin