Di vê Xalê de bi taybet jinên ciwan hedef digirin dixwazin bikin goriyê pergalê. Bi tevayî jiyaneke ku kapîtalîzm bi rê dibe dimeşînin, hijmakariya xwe bi kesayet û kesê ku kapîtalîzm di nav civakê de weke model dide nîşan tînin, negihîştine ramana cînsê û hêj diçe lê dûrdikeve dixwazin profîlek jinên ciwan wiha pêk bînin. Pergala ku dixwaze rihê jinê yê berxwedêr ji holê rake hemû lîstikê xwe yê qirêj dileyize. Ya girîng ew e ku li hember van polîtîkaya taybetî jinên ciwan wê di nava helwesteke çawa de bin û çawa rêxistin bikin.
Helbet ji bo vê ya jênerevîn ew e kı têkoşînek xedar bê dayîn. Ji ber ku ji xeynê vê tu rê û rêbaz tinne ye. Di serî ya ku hewcedike em bi birdozî û felesefeya Serokê xwe ve techîzat bikin û bigihêjin ramanek bilind. Li hember rejîma faşîst û nîjadkujer a ku dixwaze me ji Serokatiya me biqetîne divê em nekevin nav tu şik û tirsê û kevneşopiya têkoşîna xwe bilind bikin. Divê her yek ji me di xwe de wêrekiya Axînan, Çiyageran, Êrîşan, Viyanan, û yê di vê rêyê de bê teredût xwe feda kirin biafirînin, heya zindana Îmraliyê perçe perçe bikin têkoşînek bi tehavî esas bigirin. Serokatiya me di bin tecrîtê de, gelê me di bin tecrîtê de, em di bin tecrîtê de ne û divê heya em tecrîtê neşikînin divê em di hişmendiyek wisa de bin ku em nikaribin jiyanek hêsan bijîn. Ger ciwan di vê pêvajoyê de peywir û berpirsiyariyê xwe bizanibe û wateyê bidê, di holê yê ku faşîzm nikare xwe hêj zêde biafirîne. Divê em ji bîr nekin ku rêya hesreta digihîne serkeftinê, rihê hêrs û tolê ya ji duh hatiye hildan îro coş bibe. Di vê nuqteyê de divê hergav di guhê me de ev gotin bike çingîn “ ENCAM Çİ DİBE BİLA BİBE WÊ BÊHEMPA BE.
Dersîm Avaşîn Xeyrî