Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagız di roja 100’an de bi baweriyek xurt çalakiya xwe didomîne.
HEWLÊR- Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz di roja 100’an ya çalakiya greva birçîbûnê de ev peyam da: “Bi dirûşmeya Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê Hilweşîne û Kurdistanê azad bike, em ê Rêber Apo azad bikin. Bijî Serok Apo, Bê serok Jiyan nabe.”
‘Di roja 100’emîn de em xêrhatina biharê dikin’
Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz wiha qala çalakiya xwe ya 100 rojan kir: “Ji roja destpêkê heya roja 100’an bi heman biryardariyê ez çalakiya xwe didim berdewam kirin. Di 100 rojiya çalakiya xwe de em xêrhatina biharê dikin. Bi vebûna gulan emê pêşwaziya azadiyê jî bikîn.
Ev tecrîda li ser Rêber Apo pêwîste em bi hatina biharê re bişkênin û bi Rêber Apo re azad jiyan bikin. Pêwîste gelê me xwedî li çalakgerên girtigehan derbikevin, ji ber ku derfetên di girtîgehan de pir kême. Rêveberiya girtigehan zilim û zordariyê li girtiyan dikin, beriya ku şahadet çêbe pêwîste gelê me rabe li ser piya. Pêwîste gelê me xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derbikevin.”