Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, dikanên li Bazara Penîrfiroşan restore kir û kirêya wan du qat zêde kir. Esnaf, ji ber vê yekê nerazî ne û gotin ew li benda hilbijartina 31’ê Adarê ne.
WAN – Her diçe ji milekî ve bi lêyîstokan û dekan AKP’a faşîst dixwaze li Kurdistanê di h,lbijartinên herêmî de encam bigire, ji milekî ve ji gelek cihan hêviya xwe biriye ji ber vê jî ji niha ve êrîşa aboriya gel dike.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, heqê kirêya dikanên li Bazara Penîrfiroşan du qat zêde kir. Qeyûm, pêşî dikan restore kirin û paşê kirêya dikanên li bazarê du qat zêde kir. Li bazarê 82 dikan hene û ji van dikanan 73 aîdî şaredariyê ne. Qeyûm kirêya hin dikanan ji 487 lîreyî kir hezar û 150 lîre û kirêya hin dikanan jî ji 900 lîreyî kir 2 hezar û 200 lîre.
Ji ber vê zêdekirinên dikanan esnaf neraziye, nerazibûna xwe nîşan dide.