Şeyhmûs Can ê 55 roj in li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi navbeynkariya malbata xwe ev peyam şand û wiha got: “Hezar canê me jî hebe, em amade ne feda bikin. Em vê ne weke fedekariyek weke deynê stûyê xwe dibînin.”
NAVENDA NUÇEYAN- Çalakiya greva birçîbûnê ya Sîraç Keskîn, Abdullah Kaya, Agît Yilmaz, Engîn Okûtûcû, Zînar Dogan û Şeyhmus Can ên li Girtîteha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirmayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan destpê kirin, di roja 55’an de berdewam dike. Şeyhmûs Can ê di greva birçîbûnê de ye, bi navbeynkariya malbata xwe peyam şand û bal kişand ser pergala tecrîda li Îmraliyê ya li tevahiya civakê belav dibûye.
Can diyar kir ku çalakiya wan a greva birçîbûnê ne ji bo daxwazên şexsî ne û wiha got: “Daxwazên me mafdar û meşrû ne. Abdullah Ocalan ji bo me dozeke. Ji ber vê dê berxwedana me bi ser bikeve. Çalakiya me ji bo hemû nirxên mirovahiyê û gelê me ye. Em ê di vê çalakiya xwe bi ser bikevin. Daxwazên me daxwazên we ne. Em di daxwazên xwe de bi israr û biryar in. Hezar canê me jî hebe, em amade ne feda bikin. Em vê ne weke fedekartiyê, weke deynê stûyê xwe dibînin. Em bang li gelê xwe dikin ku bêdeng nemînin. Werin em hemû bi hevre vê çalakiyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ji bo Ocalan çi jî bikin, dê dîsa kêm bimîne.”
‘Guven bû pêşeng û rêyek nîşanî me da’
Her wiha Can di dawiya peyama xwe de hemû hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de ne pîroz û silav kir û wiha bi dawî kir: “Ez hemû hevalên di greva birçîbûnê de ne pîroz dikim. Em çiqasî ne li gel we bin jî, em we ji bîr nakin. Leyla Guven bû pêşenga çalakiyê û rêyek nîşanî me da. Em Nasir Yagiz û dostên me yên li Ewropayê yên di greva birçîbûnê de ne pîroz dikin û silavên xwe ji wan re dişînin. Hevalên me yên li vê derê di greva birçîbûnê de ne, her ku diçe kîlo didin. Lê moralê wan bilind e. Em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin.”