Dîplomasiya neteweya demokratîk di navbera gel û neteweyên Rojhilata Navîn de ku dîplomasiya dewleta netewe ew xistine nava kaos û şerekî mezin, dikare di çarçoveya modernîteya demokratîk de bi roleke çareseriyê ya mayînde rabe.
ABDULLAH OCALAN
Yek ji saziyên dewletên netewe bi pêş xistine xebata dîplomasiyê ya di navbera dewletên netewe de ye. Dîplomasî, şêweyê xebatê yê berî şeran di navbera neteweyan de terîf dike. Di dîroka dewletên netewe de mirov dikare wê weke qonaxa amadekariyê ya şeran binirxîne. Tevahiya dîrokê têkiliyên cîrantiyê di navbera her cure yekeyên koman de bi şêweyên ji rêûresmê têne îfadekirin û ev şêwe bi xwe rîtuelên diyar in. Nirxeke payebilind ji bo wan heye. Dewletên netewe ev şêweyê têkiliyan bi sazî kirin û ev yek bi meyla kara herî zêde ya modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ye. Eger tev têkilî di dema aştiyê de bêhtir karê bînin hingê hewcedarî bi şer namîne. Bi dîplomasiyê têkiliyên karê têne diyarkirin. Eger meyla kara herî zêde bi şer ve girêdayî be, hemû hêzên dîplomatîk bêne cem hev jî nikarin şerê kar têde heye asteng bikin. Ango dîplomasî bi kêr nayê. Dîplomasiyeke mentiqê wê li gorî karê, ti têkiliya xwe bi şêwazê têkiliyên herî bi nirx ên di navbera civakan de tevahiya dîrokê hatiye dîtin, nemaye. Dîplomasî di navbera dewletên netewe de bûye amûrekî manîpulasyonê yê lîstikên şer ên ji bo karê. Êdî ne amûrê aştiyê ye, bûye amûrê amadekirina şeran.
Bi rêûresma neteweya demokratîk wê dîplomasî bibe amûrê danûstendineke afirîner û di navbera civakan de bibe amûrê piştgirî û aştiyê, bi awayekî bingehîn wê bi çareserkirina pirsgirêkan re mijûl bibe, bilebike. Ne amûrê şeran, lê amûrê têkiliyên kêrhatî û aştiyê ye. Mîsyoneke nirxê xwe payeberz a polîtîk û exlaqî ya mirovên zanyar pê radibin îfade dike. Nexasim di navbera gelên cîran û komên xizm de ji bo ku têkiliyên dostane pêk bên, pêvajoyên bi xêrûbêr û kêrhatî bi pêş bikevin û dewam bikin, bi roleke girîng radibe. Ji bo civakbûyînên hevpar, ji bo ku di asta jor de sentezên civakan pêk bên hêza avaker e.
Di dîroka Kurdan de erênî an neyênî gelek pêvajoyên têkiliyên dîplomatîk hebûna xwe her dewam kirine. Ji ber pirr parçebûnê û îzolebûna di nava koman de, nirxeke payeberz bi xebatên qasidiyê hatiye dayîn û dema ku baş hatibe bicihanîn bi awayekî gelekî hêja bi kêra jiyana civakî hatiye. Kengî bi niyeteke xirab an jî ji bo berjewendiyên ferdî û komikî hatibe bikaranîn, rê li ber dijminatî û şeran vekiriye.
Roja me ya îro Kurd hem ji bo têkiliyên di navbera xwe û cîranên xwe de, hem jî ji bo têkiliyên di qada global de pirr hewcedarî dîplomasiyeke manedar in. Ji bo bergiriya hebûna xwe bikin û ji bo azadiya xwe pêk bînin, xebatên dîplomatîk ên erênî rola xwe gelekî mezin in. Di dema nêz de, di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de belkî li nava dinyayê gelê herî zêde bûye qurbanê lîstikên dîplomatîk gelê Kurd e. Tevahiya sedsalên 19. û 20. di parçebûna Rojhilata Navîn de û di ketina wê ya bin hegemonya sîstema kapîtalîst de rola qurbanê para Kurdan ketiye. Nexasim di Şerên Yekemîn û Duyemîn ên Cîhanê de bûne qurbanên herî stratejîk. Di dîplomasiya Rojhilata Navîn de (dîplomasiya dewleta netewe) rola para Kurdan ket timî piyontiya xelkê bû û vê rewşê rê li ber gelek encamên giran vekiriye. Kurd bi tabloyên bi qasî qirkirinê bi êş re rûbirû bûn. Hemin di vê de bi qasî hevkartiya Kurd para berxwedanên Kurd ên ji rêbazên modern qut jî gelek hebû.
Dema ku mirov hem ji aliyê konjonkturel û hem jî ji aliyê çînî ve bibîne ku pêkhatina dewleteke netewe ya Kurd a yekbûyî şensê wê gelekî kêm e, mirov ê dîsa bibîne ku dîplomasiya bi vê aramancê tê meşandin jî şensê wê yê çareserkirinê pirr hindik e. Çawa ku tê zanîn, ji xebatên bi vê armancê di dused salên dawiyê de hatine meşandin encameke serketî bi dest nehatiye xistin. Ji ber ku xwezaya pirsgirêka Kurd derfet û îmkanên serketinê di xebatên dîplomasiyê de nade. Dîplomasiya dewleta netewe der barê Kurdan de çareserker nîne, dixetimîne, nakokiyên di navbera parçeyan de zêde dike û em gelek rolên wê yên neyênî dibînin ka çawa bi awayekî eşkere rê li dewletên netewe yên dijmin vekiriye. Lewma pirr bi dijwarî hewcedarî bi dîplomasiyeke nû, bi dîplomasiya neteweya demokratîk heye.
Dîplomasiya neteweya demokratîk, beriya her tiştî divê di navbera Kurdên parçe bûne û li dora berjewendiyên cuda dabeşbûyî de weke platformeke hevpar pêk bê. Ev platforma ku Kurd pirr bi dijwarî hewcedariyê pê dibînin, divê di navenda xebatên dîplomatîk de cih bigire. Bi tevahî xebatên din ên dîplomatîk, nexasim xebatên dîplomatîk ên her rêxistinê bi serê xwe û ji bo berjewendiyên xwe dimeşîne, bi qasî ku heta niha hatiye dîtin ji feydeyê zêdetir zirar dane; bêhtir ji parçebûn, dabeşbûn û şerên di navbera Kurdan de xizmet kirine. Ango yek ji wezîfeyên bingehîn ên neteweyî ew e, divê dîplomasiyeke yekpare di navbera Kurdan de pêk bê. Ji bo vê jî yek ji wezîfeyên heyatî ya dîplomasiya Kurd pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Demokratîke. Kongreya Neteweyî ya Demokratîk divê hem hedefa bingehîn a hemû rêxistin û şexsiyetên Kurd be, hem jî divê Kongre bi lez bê pêkanîn û bi vê re dîplomasiyeke Kurd a bi sazî bûye, bi yek polîtîka û yek devî diaxive bê bicihanîn. Ti rêxistin bi ti sedemê nikare van wezîfeyên heyatî paşve bixe û îhmal bike. Yên van wezîfeyan timî paşve bixin û îhmal bikin, ew kes in ku li pey berjewendiyên cuda yên ferdî û rêxistinî ne. Di dîrokê de zirar û felaketên mezin ên kesayet û zêhniyetên bi vî rengî rê li ber wan vekirine baş têne zanîn, divê bêne zanîn. Herçiqasî dîplomasiya xwe bisipêre Dewleta Federe ya Kurd a Iraqê girîng be jî bersiva pêdiviya Kurdan hemûyan nade. Ne qabîliyeta wê ya bersivdanê heye, ne jî şert û mercên wê destûra vê yekê didin. Dîplomasiya bersivê bide pêdiviyên tevahiya Kurdan bi tenê dikare bi Kongreya Neteweyî ya Demokratîk bibe. Lewma beriya her tiştî divê Kongreya Neteweyî ya Demokratîk bicive û weke rêxistineke demokratîk neteweyî ya yekpare û mayînde bê îlankirin.
Mirov dikare wezîfeyên bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Demokratîk a muhtemel pêk bê, wisa rêz bike:
a- Kongreya Neteweyî ya Demokratîk divê rêxistineke mayînde be. Divê ji her çîn û tebeqeya demokratîk û neteweyî nûneriya kes û rêxistinên guncaw di nava pêkhateya wê de hebe. Di vê de pêwîst e ku rola hejmar û parçeyan, biryardarî û ezma wan a têkoşînê li ber çavan bê girtin.
b- Kongre divê Îcrayeke xwe ya daîmî hebe ango divê Desteyeke Rêveber hilbijêre. Desteya Rêveber divê ji meşandina têkiliyên pratîk-polîtîk ê tevahiya Kurdan berpirsiyar be. Desteya Rêveber divê xebatên dîplomatîk ên hundir û derve, têkiliyên ekonomîk, civakî û çandî weke sazî bimeşîne.
c- Divê tevahiya rêxistinan hêzên xwe yên xweparastinê li bin banê rêxistineke hevpar a Pêşmerge bikin yek. Divê Fermandariya Hêzên Parastina Gel a Hevpar bê damezrandin. Her rêxistin divê li gorî rêjeya hêza xwe li ser hêzên xweparastinê xwedî însiyatîfeke diyar be.
d- Komîte yan Buroya Têkiliyên Derve ya bi ser Desteya Rêveber, di serî de dewletên netewe yên Kurd bi ser wan ve, divê ji têkiliyên bi hemû dewlet û hêzên civaka sivîl ên din re bi serê xwe berpirsiyar be.
Têkiliyên Kongreya Neteweyî ya Demokratîk divê bi awayekî guncaw bi KCK û Rêveberiya Kurd a Herêmî ya Iraqê re di bin statuyekê de bêne bi rêkûpêkkirin. Herdu organîzasyon bi awayekî bi Desteya Rêveber a Kongreyê ve girêdayî, dikarin bixebitin. Mijara xebata bi van herdu organîzasyonan re mijareke girîng e ku divê li ser guftûgo bê kirin û zelalkirin. Eşkere ye ku têkilî û nakokiyên siyasî û îdeolojîk ên KCKê di çarçoveya avakeriya neteweya demokratîk de û yên Rêveberiya Federe ya Kurd a Iraqê di çarçoveya avakeriya dewleta netewe de wê demeke dirêj dewam bikin. Di vê mijarê de Kongreya Neteweyî ya Demokratîk dikare bibe rêxistineke ban a çareseriyê. Dîplomasiya neteweya demokratîk di navbera gel û neteweyên Rojhilata Navîn de ku dîplomasiya dewleta netewe ew xistine nava kaos û şerekî mezin, dikare di çarçoveya modernîteya demokratîk de bi roleke çareseriyê ya mayînde rabe.