Yekemîn civîna Yekîtiya Sporê li Dêrazorê hat li dar xistin. Civîn bi armanca aktîfbûna Ciwanan ji bo Sporê û pêşxistina Ciwanan ji bo pêşerojê hate li darxistin.
DÊRAZORÊ – Yekemîn civîna Yekîtiya Sporê li Dêrezor piştî konferansê hate li darxistin. Civîn bi beşdarbûna Hvserokatiya Desteya Ciwan, Werzîşê ya Bakûr û Rojhilatê Sûrya Mehmûd El Beşîr, Hevserok Meha El Mihemed, Desteya Ciwanê Sporê di nav Meclisa Dêrezor a sivîl û her wiha Endamên Yekîtiya Sporê.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê Şehîdan destpê kir. Pişt re li ser navê Hevseroktiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûrya Mehmûd El Beşîr axivî. Destpêkê li ser Rewşa Siyasî nirxandin kir, pişt re jî behsa rewşa rêxiştinî ya Dêrezor kir û bi taybet piştî bi dawîkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bajar û gundewarên Dêrezor û astengiyên ku di aliyê Sporê de derdikeve û çawa Ciwan bikaribin bi hêza xwe ya Ciwantî Sporê aktîf bikin û pêşbixin hete asteke baş.
Pişt re jî hilbijartin hate kirin, di hilbijartinê de Endamê bi navê Nûrî Şawîş hate hilbijartin wekî Hevserokê giştî yê Yekîtiya Sporê li Dêrezor. Her wiha mijarê kar û xebat, tensîq û aktîfkirina Komîteyên Sporê yên ku hatin avakirin, û amadekirina Taximan û avakirina Stad hat nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de hate gotin ku wê civînan di demên pêş de were li darxistin ji bo ku Navendeke Yekîtî were vekirin.