Du çeteyên Tirk ên DAÎŞ’ê behsa têkîliya DAİŞ û Tirkiyeyê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Emre Ozanoglu sala 1991`an li paytexeta Tirkiyê Enqeeyê hatiye dinyayê. Emre di bazirganiya telefonan de li Tirkiyê kar dikir. Emre bi rêya hevalên xwe ku propagandaya DAIŞ`ê dikir, DAIŞ nas kir. Di dawiya sala 2014`an de berê xwe dide Sûriyê û tev li DAIŞ`ê bibe. Lê balkêş bû ku ne Emre biyara çûyîna ber bi Sûriyê ve dide, bavê wî Rifet, biryara çûyîna wî û hevjîna wî Başak ber bi Sûriyê ve dide da ku tev li DAIŞ`ê bibin.
Gelek kom ji bo propagandaya DAIŞ`ê li Enqereyê kar dikin
Emre Ozanoglu ku çeteyekî DAIŞ`ê ye, ew û hevjîna xwe, xwe radestî QSD`aê kirin, ev yek teqez kir û wiha got: “Li Enqereyê, kesek bi navê Selahedîn hebû. Erka wî propagandaya ji bo tevlêbûna DAIŞ û derbaskirina kesên biyanî yên ku tev li DAIŞ`ê bûne, li nava Sûriyê bû.”
Emre Ozanoglu da zanîn ku ew zêde agahiyan li ser Selahedîn nizane, ji ber bavê wî bi Selahedîn re koordîne dike. Her wiha Emre Ozanoglu navê koordînasyonê giştî li Enqereyê û yek ji serokên komên ku propagandaya DAIŞ`ê li Tirkiyê dikir Kamîl Nuhoglu anî ziman. Çete Kamîl Nuhoglu di pêngava QSD`ê ya rizgarkirina Reqayê de hate kuştin.
Çûyîna ber bi Sûriyê ve
Selahedîn erebeyekê ji Emre Ozanoglu, hevjîna wî Bişaq û bavê wî Rifet re bi rê dike da ku biçin Sûriyê. Di erebeyê de jî, malbata Tah û malbata Mihsin jî hebûn. Emre got navê ajokarê erebeyê jî Terzî Ehmed bû.
Di rê de, cendirmeyên Tirkiyê erebeya wan disekinîne. Cendirme nasnameyên hemûyan dixwaze, lê Terzî Ehmed ew tenê ji erebeyê dadikeve û derdora 15 deqeyan bi cendirme re diaxive. Piştre, careke din rêya xwe dewam dikin heta ku digihîjin Dîlokê.
Piştî ku digihîjin Dîlokê Terzî Ehmed, Emre tevî kesên bi wî re radestî koordînasyonê dike ku ji bo DAIŞ`ê kar dike. Emre, hevjîna wî, bavê wî û her du malbatên bi wî re, bê astengiyên li ser sînor derbasî Sûriyê dibin. Lê balkêş e ku Emre û kesên bi wî re bi erebeya koordînasyonê DAIŞ`ê derbasî Sûriyê dibin. Der barê rewşa ewlehiyê li ser sînor de Emre wiha got: “Em bê astengî di ser sînor re li herêma Raî derbasî Sûriyê bûn. Me li ser sînor tu hebûna hêzên Tirkiyê nedît.”
Piştî ku Emre Ozanoglu û kesên bi wî re derbasî herêma Raî dibin, li wir jin ji mêran têne veqetandin. Emre û bavê wî derbasî odeyekê dibin ku gelek kesên biyanî ji hemû dewletan li wir hene. Piştî wê bi rojekê, çeteyên DAIŞ`ê, Emre û bavê wî bi rê dikin gundê Şihêtat ê herêma Hemam û li wir ji aliyê komên Tirkiyê yên girêdayî DAIŞ`ê ve têne perwerdekirin.
Tevlêbûna nava çeteyên “Koma Stenbolê” ku erka xwe şerê li dijî Kurdan bû
Piştî perwerdeyê, Emre tevî “Koma Stenbolê” ku kom endamên xwe hemû Tirkên Stenbolê ne û taybet navçeya Sultanbeylî ne, bûne. Piştre Emre dewreyeke leşkerî li herêma Dêrazorê dibîne û careke din vedigere Babê. Li wir jî, çeteyê bi navê Emre dixwaze tev li tabûrên leşkerî bibe û ji wir jî tev li tabûreke taybet a Tirkan dibe. Hejmara endamên wê tabûrê zêdetirî 70 bû û erka wê tenê operasyonan li dijî YPG û YPJ`ê li derdora Girê Spî li dar bixe.
Çete Emre wiha behsa şerê li dijî YPG û YPJ`ê dike: “Dema ez derbasî şer bûm, ez gelek tirsiyam, min xwest ez vegerim eniyên paş. Di şerên li Girê Spî de, me nikaribû li pêş YPG`ê bisekinin, piştî ku hejmareke mezin ji me hatin kuştin, em vekişiyan.”
Piştî ku şervanên YPG`ê herêma Girê Spî rizgar dikin, çete Emre tevî bavê xwe û hevjîna xwe berê xwe didin bajarê Reqayê û li wir di kargeha çêkirina erebeyên panzêr de kar dike. Pişî ku QSD`ê dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê dike, çete Emre û bavê wî û hevjîna wî xwe didin herêma El-Meyadîn.
Bavê Emre xwe li dijî rejîmê diteqîne
Piştî ku Emre, bavê wî û hevjîna wî berê xwe didin herêma El-Meyadîn, li wir tenê rêya ku tev li komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê yên ku çalakiyên xwekujî dikin û êrîş dikin bibe, li pêşiya wî dimîne. Lê piştre, bavê Emre, Rifet biryarê dide ku tev li wê komê bibe.
Têkildarî vê mijarê, çete Emre ev tişt got: “Serçeteyê Azerî bavê min qanî kir ku çalakiyeke xwekujî li dijî kombûna rejîma Sûriyê li herêma El-Meyadîn li dar bixe. Min hewl da bavê xwe qanî bikim ku dev ji vê çalakiyê berde, lê bavê min guh neda min. Piştî mehekê, bavê min çû û min tu agahî li ser wî nebihîstin. Piştî 20 rojan, min ji hevalekî xwe yê çete bihîst ku bavê min bi erebeyeke bombebarkirî çalakiyeke xwekujî li dijî rejîma Sûriyê li herêma El-Meyadîn kiriye.”
Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk çete li rojhilatê Firatê dorpêç kirin, çete Emre Ozanoglu tevî hevjîna xwe Başak xwe radestî şervanên QSD`ê kir.
Çeteyê DAIŞ’ê Oguzhan Emre di sala 1974`an de li Enqerê ji dayik dibe. Oguzhan Emre li Enqereyê di şîrketekê de wek jimaryar kar dike. Emre di sala 2014`an de, dema diçû mizgeftê, bi rêya hevalên xwe û koma ku ji aliyê Kamîl Nuhoglu ve dihate birêvebirin û ji bo tevlêbûna nava DAIŞ`ê kar li Enqereyê dikir, fikra rêxistina DAIŞ`ê a terorê nas kir.
Li Enqereyê koma propagandayê ya DAIŞ’ê
Ev koma terorîst bi serkêşiya Kamîl Nuhoglu ku Tirk e û ji Enqereyê ye, karê xwe dike. Nuhoglu pirtûkxaneyeke xwe li navçeya Sîncan a Enqereyê heye.
Ev kom li tevahiya Enqereyê û bi taybet li mizgeftan û pirtûkxaneyan propagandaya DAIŞ`ê dike da ku hejmareke mezin ji ciwanan tev li çeteyên DAIŞ`ê bibin. Di heman demê de, ev kom karê derbasbûna kesên biyanî yên tev li DAIŞ`ê dibin, li Sûriyê dike.
Oguzhan Emre dibe qurbaniyê vê komê û bi rêya wê tev li DAIŞ`ê dibe. Emre agahiyê dide Kamîl Nuhoglu ku ew ê tev li DAIŞ`ê bibe. Ew jî erebeyekê ji Emre re bi rê dike da ku ew tevî hevjîna xwe û 5 zarokên xwe ji Enqereyê berê xwe bidin Dîlokê.
Piştî ku Oguzhan Emre tevî malbata xwe digihîje Dîlokê, yekser erebeya xwe diguhere û ji wir bi awayekî eşkere li ser sînor bêyî ku leşkerên artêşa Tirk tu bertekê nîşan bidin, derbasî bajarê Babê yê Sûriyê dibe û tev li DAIŞ`ê dibe. Li Babê, çeteyê bi navê Oguzhan Emre di nexweşxaneyeke çeteyên DAIŞ`ê de dest bi kar dike.
Çeteyê DAIŞ’ê piştgiriya dewleta Tirk ji bo DAIŞ`ê vedibêje
Çete Ozguzhan Emre der barê alîkariya dewleta Tirk ji bo DAIŞ`ê de ev tişt anî ziman: “Hemû dermanên li hemû navendên tenduristî û firoşgehên dermanan ên di bin serweriya DAIŞ`ê de, ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn çêkirin û şandin. Destekdayîna Tirkiyê ji bo DAIŞ`ê bi awayekî veşartî pêk dihat. Ne pêkan bû ku kes vê mijarê nîqaş bike, ji ber ku dawiya wê bi hinceta sîxurî yan jî hincetên din kuştin e yan jî serjêkirin e.”
Senaryoya Babê ya radestkirinê di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de!
Roja 24`ê Tebaxa 2016`an, dewleta Tirk a dagirker li dijî hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Cerablus, Bab û Ezazê, propagandayeke mezin li ser çapemeniyê dest pê kir. Lê beriya ku artêşa Tirk a dagirker bikeve nava tevgerê, çeteyên DAIŞ`ê xwe amade dikir ku ji herêmên navborî derkevin û wan herêman radestî artêşa Tirk bikin. Piştî ku DAIŞ`ê berê xwe da herêmên Tebqa û Reqayê anku piştî valakirina herêmê, artêşa Tirk û çeteyên wê derbasî herêmê bûn. Dagirkeriya Tirk tevî çeteyên wê, ji bo propagandaya li ser çapemeniyê, çend gule û top avêtin.
‘Beriya derbasbûna Tirkiyê em ji nava Babê derketin’
Dema ku lihevkirin di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de çêbû da ku DAIŞ ji herêmê derkeve, çeteyê bi navê Oguzhan Emre tevî malbata xwe ji Babê derket û berê xwe da Tebqayê. Emre têkildarî vê yekê wiha got: “DAIŞ`ê ji me xwest ku di van rojan de em ji Babê derkevin, lê tiştek wekî din negot. Ne ez tenê, bi sedan malbatên din jî tevî çekên giran em derketin û me berê xwe da herêmên Reqa û El-Meyadînê. Piştî ku em derketin, yekser dewleta Tirk derbasî herêmê bû. Wê demê min nas kir ku lihevkirin di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de heye.”
Çete di dawiyê de xwe radestî QSD`ê kir
Piştî ku QSD`ê pêngava rizgarkirina Tebqayê ragihand, çeteyê bi navê Oguzhan Emre tevî malbata xwe, berê xwe dide herêma El-Meyadîn a Dêrazorê. Piştî ku rejîma Sûriyê wê herêmê topbaran dike, çete ji El-Meyadîn berê xwe dide bejahiya Hecînê, di dawiya sala 2018`an de tevî malbata xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk dibe.