Li Bursayê navçeya Nîlûferê embara farîqeyek nivîna de şewat derket. Hat diyarkirin ku şewat “Ji sedemek ne diyar” derketiye.
BURSA – Li Taxa Yaylacikê ya girêdayî Nîlûfer a Bursayê de di embarek e fabrîqeya nivîna de “Ji sedemek hêj be diya şewat derket. Bi 10 wesayitê îtfayê ve mudaxile kirin. Di şewatê de hat diyar kirin ku cihê şewatê de kes tinne bû. Di demekî kurt de alav li cîhekî fireh belav bû û bi kîlometreyan dûr ve dihat xuyan.
Di şewata ku 30 kesê îtfayê mudaxile dikir de bi dem û dem di embarê de wek pêtê gogê teqîn pêk hatin. Hat diyarkirin ku di xebata temirandina embara nivîna bi dijwarî didome.
Pir balkêşe ku di metropolên Tirkiyê de her roj “Ji sedemên ne diyar” şewat didomin û derbarê wê de daxuyaniyek fermî nehatiye kirin.
Di deverê de berê jî Tevgera Ciwanê Şoreşger (DGH)’ê bi daxuyaniya diyar kiribûn ku cih bi aliyê wan tên şewitandin û hate diyar kirin ku heya tecrîta li ser Serokê Gelan Abdullah Ocalan rabe çalakiyê wan ê şewitandinê wê berdewam bikin.