Walîtiya Amedê li 8 gund û mezrayên girêdayî Navçeya Pîranê qedexeya derketina derve îlan kir.
AMED – Walîtiya Amedê li gundên Şingirika Jorî, Şingirika Jêrîn, Bahro, Pîrajma, Herêda, Ersek, Keferberê û Gozel û mezrayên girêdayî Navçeya Pîrana Amedê ji saet 06.00’an ve qedexeya derketina derve îlan kir. Hat ragihandin beriya qedexe bê îlankirin li herêmê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.