Nûnerê HBDH’ê Ferzad Can ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê bang kir û got, “Eger karker û kedkarên Tirk dixwazin ji zilma faşîzmê û barbariya şerê mêtingeriyê rizgar bibin, divê xwedî li daxwazên gelê Kurd derkevin.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji nûnerên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ferzad Can li ser çalakgerên greva birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir, berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin faşîzm tengav kiriye.
Ferzad Can bi bîr xist ku rewşa tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê li asta krîtîk e û got, “Rejîma faşîst mêtinger, qelemşor û medya wê ya nivîskî û dîtbarî berxwedana grevên birçîbûnê û daxwazên berxwedêran ji nedîtî ve tên. Bi vî rengî hewl didin berxwedanê ji gelên me û raya giştî ya demokratîk a dinyayê veşêrin. Lê dikin nakin nikarin pêşî lê bigirin. Berxwedanê êdî sînor derbas kiriye û deng vedaye. Faşîzma Qesrê tengav bûye.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, polîtîkaya tecrîdê ya li ser gelan, bindestan, karker, kedkar, jin û ciwanan û polîtîkaya êrîş û tecrîdê ya li ser gelê Kurd her du rûyên madalyonekê ne û hate gotin, “Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, careke din nîşan da ku tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka her kesên li Tirkiyeyê ne, yên ku daxwaza şeref û azadiyê dikin.”
Ferzad Can diyar kir, “Eger karker û kedkarên Tirk dixwazin ji zilma faşîzmê û barbariya şerê mêtingeriyê rizgar bibin, divê xwedî li daxwazên gelê Kurd derkevin. Berxwedana Leyla Guven bersiveke şoreşgerî ye ji vê yekê re.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, wezîfeya her şoreşger û mirovên pêşverû ye ku bibe dengê berxwedana greva birçîbûnê, îradeya hevpar a gelan mezin bike û hate gotin, “Bi mezinkirina berxwedanê re em berxwedana hevgirtî bi ser bixînin. Em kolanan, qadan, febrîqe, kargeh û dibistanan bikin çeperên hilweşandina polîtîkaya tecrîdê ya faşîzmê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo azadî, biratî û wekheviya gelên me em bêjin; Gelê Kurd bi tenê nîne! Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan re!”