Li gor îdeayan li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê jinek ciwan bi guleyê ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Kuştin û xwe kuştinên bi guman yên jinan li Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Nûçeya kuştina jinek ciwan a bi guman ji Çemçamelê hat.
Cîgirê rêveberiya tendirustiya Çemçemal Eyub Heme di daxuyaniyek xwe ya ji bo Rojnews de got: “Di saet 14:00’an de cenazeyê jina ciwan a bi navê Kalê Nasih Mihemed (29) anîn nexweşxaneya beşa lezgîn ya Şehîd Pêşrew a Çemçemalê. Li gorî agahiyên malbatê jina ciwan ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.”
Eyub got ku ji bo lêkolînê wana cenazeyê jina ciwan Kalê şandine Tiba Edlî ya Silêmaniyê.