Namzetê endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Şaredariya Tatos Zekariya Kaldir, Cengîz Kaldir, Vahdettîn Îba yê 65 salî, Mûrat îba û Budak Koçak bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Beşdarî çalakiyên Kobanê bûne” hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Tatos a Erziromê, ji 15 kesên di serdegirtinên malan ên 27’ê Sibatê hatin binçavkirin de, 5 jê hatin girtin.
Li navçeya Tatos a Erziromê, di 27’ê Sibatê de, polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û 15 kes binçav kiribûn. 15 kesên li Miduriyeta Polîsan a Bajêr dihat girtin, şevê din îfadeyên an hatin girtin û sewqî edliya Tatosê hatin kirin. Ji 15 kesên îfade dan dozger 5 jê bi daxwaza girtinê, sewqî dadgeha nobedar hatin. Namzetê endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Şaredariya Tatos Zekariya Kaldir, Cengîz Kaldir, Vahdettîn Îba yê 65 salî, Mûrat îba û Budak Koçak bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Beşdarî çalakiyên Kobanê bûne” hatin girtin.
5 kesên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.